Li çar bajaran çalakiya Xizmên Windayan

  • 16:07 19 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat lidarxistin û banga darizandina kiryaran û pêkanîna edaletê hat kirin.
 
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar xist.
 
Amed 
 
Xizmên windayan û ÎHD, ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 858emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Vê hefteyê aqûbeta Recep Îkîncîsoyê 18 salî pirsîn. Xizmên windayan û endamên ÎHDê li parqê kom bûn û weneyên kesên hatine winda kirin hildan. Di çalakiya 858emîn de endam û rêveberên saziyên civakî, xizmên windayan û gelek kes tev li bûn. Li vir ewilî rêveberê ÎHDê yê Amedê Yakûp Guven axivî.
 
Yakûp Guven diyar kir ku bi salan e çalakiyê berdewam dikin û got: ““Em dixwazin ku di nava hiqûqê de kiryar bên darizandin û kesên hatina windakirina werin dîtin. Hefteya borî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê ji bo kesên ji Doza Kobaniyê hatine girtin biryara berdanê da. Lê dadgeh vê biryarê redkir. Ew mûdehela doze ye. Biryar siyasî ye. Divê demildest kesên girtî bên berdan.”
 
Her roj polîsan ew dişopand
 
Rêveberê ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz jî serpêhatiya Recep Îkîncîsoy xwend. Firat Akdenîz diyar kir ku Recep Îkîncîsoy 18 salî bû û wiha axivî: “Li Amedê bi malbata xwe re dijiya. Recep di nav amadekariyên zewacê de bû. Her roj polîs û kesên sivîl Recep Îkîncîsoy dişopandin û gef lê dixwarin. Polisan berî ku Recep birevînin çend caran hewl da ku birevînin. Lê ji xwe destê polîsan rizgar kiribû. Di 16'ê Tirmehê 1980'an de wext Meha Remezanê bû Recep piştî fitarê çû dikana xwe. Dema ku vedigeriya mala xwe di rê de li gorî kesên bûyer dîtine di seat 23.00'an de kesên ku cilê sivîl li xwe kiribûn ew revandin. Kesên ku bûyer dîtin agahî dan malbata Îkîncîsoy, malbat ji midûriyeta polisan û dadgehê re serledan kir. Lê tu biryar derneket. Polîsan înkar kir û gotin Recep ne gel wan e.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Colemêrg
 
Şaxa ÎHD ya Colemêrgê û Xizmên Windayan li Kolana Sanat a navçeya Geverê ji bo hefteya 184'emîn a çalakiyên xwe kom bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Kiryar diyar in, winda li ku ne?" û "Divê winda bên dîtin, divê sûcdar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin, xizmên windayan, hevşaredarên Şaredariya Geverê, Dayikên Aştiyê yên Geverê û rayedarên Rêxistina Navçeya Geverê yên Partiya DBP û DEM Partiyê beşdar bûn. Vê hefteyê, serpêhatiya Suleyman Aksu ya ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat vegotin. 
 
Êlih 
 
Li Êlihê, malbat û parêzvanên mafên mirovan di hefteya 694'emîn a çalakiyên xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsa "Winda bibînin, sûcdar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Çalakiya vê hefteyê li aqûbeta nûnerê rojnameya Ozgur Halkê Çetîn Abayay ê ku di Tîrmeha 1992'yan de li Êlihê hatî windakirin hat pirsîn.
 
Îzmîr
 
Çalakiya rûniştinê ya du hefte carekê ji aliyê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ve ji bo çarenûsa kesên ku di bin çavan de winda bûne tê lidarxistin, li ber Konak Eski Sumerbankê berdewam kir. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Winda diyar in, kiryar li ku ne" û "Winda wijdan in, ji bo wan rabin ser piyan" hatin hilgirtin. Metna kurdî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş û ya tirkî jî ji aliyê Rêveberê Şaxê Mustafa Kizartici ve hat xwendin. Çalakiya vê hefteyê li ser çarenûsa Ayten Ozturk ku 33 sal berê li Dêrsimê hatibû revandin, winda bû, sekinî.