Ji Meclîsa Şaredariya Peyasê li dijî tundiya li ser jinan biryarên giring

  • 14:20 7 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED - Meclîsa Şaredariya Peyasê di civîna meha Mijdarê de biryareke girîng girt. Meclîsê bi dengê yekgirtî “Belgeya Helwestê Ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ku Xwe Dispêre Zayenda Civakî’ qebûl kir.
 
Civîna Meclîsa Şaredariya Peyasê ya meha Mijdarê li Salona Civînên Meclîsê pêk hat. Di civînê de pêşnûmeya “Belgeya Helwestê Ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ku Xwe Dispêre Zayenda Civakî’ ku ji aliyê endamên jin ên meclîsê ve hatibû amade kirin û bi Kurdî û Tirkî hate xwendin, hate pêşkêşkirin.
 
Di pêşnûmeyê de hate gotin ku ev belge xebateke girîng e ji bo pêşîgirtina li hemû cureyên tundiya li ser jinan, bi awayekî wekhev, azad û ewle beşdarbûna jinan di her qada jiyana civakî de û bi hêzkirina wekheviya zayendî li astê herêmê û têkoşîna li dijî tundiyê. Piştre pêşnûmeya belgeyê bi dengê yekgirtî hate qebûlkirin. Endamên Jin ên Meclîsa Şaredariya Peyasê ku beşdarî civînê bûn, biryar bi lêdana çepikan qebûl kirin.
 
Piştî dengdanê Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar axaftinek kir û got: “Ev biryar pir bi qîmet e. Em ê ne tenê bi gotinan, lê bi têkoşînê di her qada jiyanê de vê biryarê pêk bînin û derbasî pratîkê bikin.”
 
Piştî axaftinan pêşnûme hate şanenavkirin û civîna meclîsê bi dawî bû.