Nobeta Edaletê ya li dijî destdirêjiya li hember zarokan didome
- 16:03 8 Mijdar 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê Nobeta Edaletê ya li dijî destdirêjiya li ser zarokan di hefteya 4'emîn de didome. Kesên tevli nobetê bûn gotin ku heya ji bo zarokan civakek bi rûmet ava bibe dê têkoşîna wan berdewam bike.
Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê ve li dijî destdirêjiya li ser zarokan û xerakirina cezayê Bûrak Ercan ê destdirêjî li 34 zarokên li Cizîrê pêk anîbû di hefteya 4'emîn de berdewam dike. Endamên şaxên Egîtîm Senê yên Mêrdîn, Sêrt, Semsûr û Rihayê, endamên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin yên Amedê û gelek kes tev li nobeta li Kolana Hunerê ya Cizîrê berdewam dike bûn.
Destpêkê ji aliyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê yê Şirnexê Adnan Şenbayram derbarê armanca Nobeta Edaletê de axivî. Piştre Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê yê Sêrtê Mehmet Şîrîn Bûlga got ku heqîqet tiştek wisa ye ku çiqas dem derbas bibe jî wê derkeve holê û got: “Ev bûyera qirêj rojek were dê derkeve holê û di tarîtiyê de namîne.” Endamê Platforma Ekolojiyê yê Şirnex Ahmet Başak jî bal kişand ser polîtîkayên tacîzê ya li Kurdistanê û got ku roj tuneye agahiyên tacîzê û destdirêjiya li ser zarokan belav nebin.
Nobeta Edaletê heya saet 18.00an dê berdewam bike.







