Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi hev re bi hêz bin
- 14:29 12 Mijdar 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Beriya konferansa ku dê di meha Çileyê de bê lidarxistin Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Mêrdinê hatin cem hev û bal kişandin ser girîngiya yekitiyê û derbarê xebatan de agahî dan.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, beriya konferansa ku dê li Silêmaniyê bê lidarxistin de li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK) a Mêrdînê hatin cem hev. Di hevdîtinê de derbarê konferansê, xebatên ku hatin kirin û plansaziya pêşerojê de nîqaş hatin kirin.
Civîna jinan piştî rêzgirtinê dest pê kir. Ji sekreteryaya platformê Laleş Bîçen axivî û bal kişand ser armancên platformê. Dû re ji sekreteryaya platformê Sultan Yaray axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan a bi rêxistinkirî û got: "Em xebatên xwe li gelek qadan didomînin. Di 27'ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bang kir. Em piştevaniya bangê dikin. Em ê ji bo pêkanîna aştiyê têbikoşin."
Laleş Bîçen carekdin mafê axaftinê girt û diyar kir ku di meha Çileyê de li Silêmaniyê dê konferansa Yekitiya Jinên Kurd dê bêlidarxistin û got: "Dê ji 4 aliyên Kurdistanê tevlîbûna jinan pêk bê. Em ê bi konferansê hêza xwe mezin bikin."
Jinên ku tevlî civînê bûn nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser yekitî û rêxistinbûna jinan. Her wiha hat diyar kirin ku di pêvajoya nû de jin rol û mîsyona xwe ya sereke bilîzin.







