Di 16 rojan de 167 kes hatin darvekirin
- 16:11 6 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kapanyaya "Sêşema na ji darvekirinan re" desteka xwe ya ji bo xwepêşandanên gel aşkera kir û got: “Encama vê têkoşînê dê ji bo tevahiya Îranê, pêkanîna wekhevî û demokrasiyê be.”
Kampanyaya "Sêşema na ji darvekirinan re" ku li dijî pêkanînên cezayê darvekirinên li Îranê hatiye destpêkirin, di hefteya xwe ya 102’yan de didome. Li seranserê welat girtiyên li 55 girtîgehan, li dijî pêkanîna dayîna cezayên darvekirinê, di grevê de ne.
Kampanyayê di daxuyaniya têkildarî mijarê daye de bal kişand ser xwepêşandanên ku li Îranê didomin û bi bîr xist ku bi sedan kes hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di sala 2025’an de çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan didome û li Îranê zêdeyî 2 hezar û 200 kes hatine darvekirin. Hate destnîşankirin ku di 16 rojên dawî de 167 kesên din jî hatine darvekirin.
Di daxuyaniya kampanyayê de ev tişt hatin gotin:
“Rejîma Îranê sala borî zêdeyî 2 hezar û 200 welatiyên me bir ber sêdarê. Ji vana 19 jî girtiyên siyasî bûn. Ve heftiyê jî girtiyê siyasî yê Şadganî Seyîd Mihemed Musawî, li girtîgeha Şîban a li Avhazê cezayê darvekirinê xwar. Jiyana girtiyên siyasî di xeterê de ye.
Rejîma faşîst a olî ya li Îranê, darvekirinan didomîne. Em vê heftiyê jî di greva birçîbûnê de ne. Gelên Îranê li dijî şertên felaket ên aborî û siyasî protesto, xwepêşandanên girseyî û grevan li dar dixin. Daxwaza wan a bingehîn, guherîna vê rejîma zextê ye. Rejîm ev 47 sal in gel di nava zilm û zextê de digre, mudaxeleyî jiyana wan dike.
Em wek endamên vê kampanyayê, em kesên di serhildanên li seranserî welat de hatine kuştin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em desteka xwe ya ji bo gelê qehreman û alîgirê azadiyê îlan dikin û em ê heta dawî li ba gelê xwe bin. Ne gulebarandina rasterast a ciwanan, ne binçavkirinên xwendekaran, ne jî îşkence û bi zorê îtirafkirin, dê daxwaza me ya edaletê bêdeng neke. Encama vê têkoşîna piştî zext û zoriya bi salan dom kiriye, dê ji bo hemû Îranê pêkanîna azadî, wekhevî û demokrasiyê be.”







