‘Îradeya me ji tanq û topan xurtir e’

  • 18:53 8 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji fermandarên ku di nava hêzên parastina Helebê de cih digire, Axîn Nûcan diyar kir ku çete reviyane û got: “Em ê bi ser bikevin. Gelê me bi me re ye. Îradeya me ji tanq û topan xurtire.”
 
Berpirsyara Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxên Şêxmeqsûd û Helbê Axîn Nûcan, ji Rojnewsê re peyamek şand.
 
Axîn Nûrcan di peyama xwe de wiha got; “Ev roj roja me ye. Em ne tenê li Şêxmeqsûdê li her derê li ber xwe didin. Em nûnerên hemû Rojavayê Kurdistanê û Kurdan dikin. Ev têkoşîna li vir tê kirin berî her tiştî ji bo Rêber Apo ye. Me gotiye em ê Rojava biparêzin. Îro dewleta Tirk diyar kiriye ku wê êrîş bike. Vîna me ji tank, top û balafirên wan xurtir e. Eger em çeteyan li vir tarumar bikin, carekî din wê cesaret nekin êrîş bikin ser Kurdan û Rojavayê Kurdistanê. Li tank û topên wan nenêrin, hemû hesine. Vîna wan nîne. Vîna mirovan tinê dikare wan çekan ji nav bibe. Ew vîn jî me heye. Divê îro em hemû çîrokên serketinê binivîsîn. Ti kuçe û kolan têk naçin. Em ê bi ser bikevin. Gelê me bi me re ye. Vîna me heye. Xwedê jî bi me re ye. Îro ewir û barane çete nikarin êriş bikin. Hevalan çete paş ve kişandine û têk biirine. Çete reviyane.”