‘Em ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe bidomînin’
- 20:43 8 Çile 2026
- Rojane
ENQERE - Platforma Saziyên Demomratîk li dijî êrîşên komên hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî da û banga rawestandina êrîşan hat kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrîşên komên hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li kolana Yukselê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demomratîk tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava xeta me ya sor e”, “Rojava azadiyê, teslîm nayê girtin” dinivisî hat hilgirtin. Girsê di daxuyaniyê de bênavber dirûşmeyên, “Kurdistan dê ji faşistan re bibe goristan“, “Bijî berxwedana Rojava”, “Kujer Colanî hevkar AKP”, “Her der Rojava û her der berxwedan e” û “Bijî wekheviya gelan” berz kirin.
Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nebahat Çalpan ve hat xwendin. Nebahat Çalpan anî ziman ku êrîşên li ser taxan sûce şer in û wiha got: “Tevlîbûna komên çekdar ên ku ji hêla Tirkiyê ve têne piştgirîkirin, yên wek Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nûreddîn Zengî, di van êrîşan de nîşan dide ku Tirkiye berpirsiyarê rasterast ê vî sûcî ye. Ev êrîş tenê taxên Kurd û Asûriyan li Helebê hedef nagirin, lê di heman demê de modela jiyana demokratîk, pir-nasnameyî û azadîxwaz a ku gelê Rojava bi bedelên mezin ava kiriye jî hedef digirin. Her êrîşeke ku Rojava hedef digire, çareseriyeke demokratîk û aştiyane li Sûriyeyê hedef digire. Hewldanên ji bo bi zorê ji nû ve avakirina rejîmeke yekreng, navendî û leşkerî dê Sûriyeyê yekpare neke; berevajî vê, ew ê welêt ber bi parçebûneke kûrtir û şerekî dirêj ve bikişîne.”
‘Li hemberî êrîşan bêdeng nemînin’
Di dawiya axaftina xwe de Nebahat Çalpan ev bang kir: “Em bang li Tirkiye, rejîma Şamê û hemû aktorên herêmî û navneteweyî yên ku li hember van êrîşan bêdeng dimînin dikin ku tavilê dev ji hevkariya vî sûcî berdin. Bêdengî jî cureyek ji hevkarîya van êrîşan e.Ev banga me ya vekirî ya ji bo hêzên ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Şamê de navbeynkariyê dikin: Wek garantor erkên xwe bi cih bînin, an jî berpirsiyariya siyasî ya van êrîşan bigirin ser xwe. Em ê nehêlin hûn Heleb û Rojava veguherînin meydaneke şer ya nû. Tekane rêya bidawîanîna şer û kaosa li Sûriyeyê qebûlkirina rêveberiya hevbeş a wekhev, demokratîk û azad ji aliyê hemû gelan ve ye, ku ezmûna li Rojava pêk hatiye di nav xwe de digire. Ev rastî bi bombebaranê nayê paşxistin, tepeserkirin an jî tunekirin. Em ê hevgirtina xwe ya bi Rojava re xurt bikin, em ê li hember êrîşên li ser gel bêdeng nemînin û em ê li her qadê li dijî vî sûcî têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Berxwedan dê teqez bi ser bikeve’
Parlamenterê DEM Partî Heval Bozdağ jî diyar kir ku ya ku tê xwestin ji holê bê rakirin jiyana azad e û wiha got: “Ji bilî berxwedanê tu rê tuneye. Jiyana azad bi berxwedan û têkoşînê dikarê be avakirin. Berxwedan dê teqez bi ser bikeve. Mutabakata 10’ê Adarê ji aliyê HTŞê ve bi piştgiriya Tirkiyê tê binpêkirin. Niha pêvajoyek heye. Aştî û demokrasî ne tenê ji Bakur ji bo tevahî Kurdistanê derbasdar e. Ji bo ew pêvajo berdewam bikê û jiyaneke demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were divê desthilat vê rastiyê bibîne. Em bang li tevahî gelan û raya giştî ya demomratîk dikin ku piştgiriya Rojava bikin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên bi dawî bû.
Îzmîr
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê ji ber deriyê avahiya OSYMyê heta ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylanê meşek li dar xist û dawiya meşê de daxuyaniyek da. Di meşê de girse bi dirûşmên ‘YPG dimeşe, erd û ezman diheje’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin. Daxuyanî li ser navê platformê ji aliyê Nîhat Fîlîz ve hate xwendin.
Nîhat Fîlîz li ser agahiyên ji herêmê tên axivî û got: “Divê mafê jiyanê ya sivîlan teqez were misogerkirin û sivîl ji rewşa şer werine rizgarkirin. Peywira yekem a din jî divê bi awayeke mayînde dawî li şer û pevçûnan were anîn. Em wekî rêxistinên demokratîk ên ji bo ked, demokrasî û aştiyê têdikoşin. Em wekî parêzvanên aştiyê li hember şer, ji bo ku mafê jiyanê yê gelê sivîl neyê binpêkirin, bangî hemû dinyayê dikin: Gelê sivîl ne alîgirê pevçûnan e! Divê ev pevçûn bi lez bêne rawestandin.”
Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.







