Ketina Mensûrayê hat astengkirin
- 12:21 9 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Niştimanî ya Siwêdayê ragihand ku komên girêdayî hikûmeta demkî êrişî bajarokê Mensurayê kirin û pevçûn derket.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên hikûmeta demkî di saetên serê vê sibehê de ji bajarokê Mensûrayê, eniya bakurê rojavayê bajar topbaran kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama topbaranê de şervanekî Hêzên Parêzvanên Niştimanî jiyana xwe ji dest daye. Fermandariyê, bi domdarî got: “Di heman demê de komeke dijber ji bajarokê Mezrayê hewl da li bajarokê Mecdelê bikeve nuqteyeke leşkerî, piştre bi dronan êriş kir. Hêzên me hewldan têk bir, maşîneyeke koma êrişkar îmha kir û rewşa li qadê li hemû eniyan kontrol kir.”







