Îlham Ehmed: Ji bo pêkanîna peymanê em hewl didin

  • 22:19 9 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, bal kişand ser rola navbeynkariyê ya DYA'yê û got: "Em pabendî van peymanan in û em ji bo pêkanîna wan hewl didin."
 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, têkildarî êirşên komên girêdayî Hikûmeta Demokî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Helebê Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd, ji AFP'ê re axivî.
 
Îlham Ehmed derbarê rewşa heyî de wiha got: "Em ji bo aştî û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê pabend in. Lêbelê, heta niha em dibînin ku hikûmet çareseriyê naxwaze. Ew bi êrişa li ser deverên Kurdan ên li Helebê rêya şer hildibijêrin. Aliyê hikûmetê bi van êrişan hewl dide ku peymanên berê hatine çêkirin bi dawî bike. Em, ji aliyê din ve, pabendî van peymanan in û ji bo pêkanîna wan hewl didin."
 
Îlham Ehmed bal kişand ser rola DYA'yê ji bo çareseriyê û got: "DYA, roleke navbeynkariyê dilîze. Em hêvî dikin ku ew ê ji bo gihîştina rêkeftinekê zextê bike."