‘Êrîşên li hember jinan parçeyek avakirina rejîmekê ye’
- 16:39 11 Çile 2026
- Rojane
AMED - Jinên Amedê bertek nîşanî êrişên li ser Kurdên Helebê dan û di banga li jinên sosyalîst û femînîst de gotin: “Qêrîna jinên li Helebê hatine qetilkirin, sedema têkoşîna me ye. Li dijî vî şerê qirêj ê li ser bedena jinan û li dijî serdestiya paşverû, em edaletê biqîrin.”
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê, têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek dan. Daxuyaniya ku li ber Mizgefta Mezi hat dayîn, gelek nûnerên saziyên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdar bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û metna daxuyaniyê ji aliyê Çagla Sanay ve hat xwendin.
Çagla Sanay destnîşan kir ku HTŞ û pêkhateyên xwedî heman hişmendiya zayendperest, li Helebê êrişî gelê Kurd dikin û wiha got: “Ev êriş, provaya serdestiya li ser laşê jinê û rejîma zordar e ku dixwazin li Rojhilata Navîn ava bikin. Sûriye ji aliyê dîrokî ve xwedî pêkhateyeke pirçandî ye. Pêkhateyên bi koka xwe DAIŞ’î, li hemberî Elewî, Durzî û hemû nasname û baweriyên cuda yên ku ji bo hişmendiya xwe wekî gef dibînin, heman bêtehamuliyê nîşan didin û rûmeta mirovahiyê carekî din bin pê dikin."
'Em ê qêrîna edaletê bidomînin’
Çagla Sanay bang li jinên sosyalist û femînîst kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Werin em binpêkirinên mafên mirovan ên li Helebê û herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de teşhîr bikin. Qêrîna jinên li Helebê hatine qetilkirin, sedema têkoşîna me ye. Li dijî vî şerê qirêj ê li ser laşê jinan û serdestiya paşverû, em li her derê cîhanê qêrîna edaletê bidomînin. Jin, jiyan, azadî.”







