Li Helebceyê ji bo piştevaniya Rojava, meşek girseyî destpê kir
- 12:46 12 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Helebceyê ji bo piştevaniya berxwedana taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê û şermezarkirina êrişên ser Kurdan, meşek girseyî hate lidarxistin.
Piştevanî û piştgiriya ji bo taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, li Başûrê Kurdistanê berdewamin. Heman çarçoveyê de li bajarê Helebceyê jî dengê piştevaniyê ji bo Kurdê Rojavayê Kurdistanê hate bilindkirin.
Bi beşdariya rêxistin, partî, berpirs û welatiyan li bajarê Helebceyê ji bo piştevaniya berxwedana taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê û şermezarkirina êrişên çeteyên ser bi hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk ên li ser Kurdan, li nav bazara mezin a bajar heta ber Ofîsa Serokatiya Şaredariya bajar meşek girseyî destpê kir.
Biryare piştî gihiştina meşê heta ber Ofîsa Serokatiya Şaredariya Helebceyê, daxuyaniyek were dayîn.







