Dermankirina dayika Aştiyê Rewşan Doner didome
- 18:01 6 Adar 2026
- Rojane
STENBOL- Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Rewşan Doner duh qezaya trafîkê derbas kiribû, li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin.
Duh li navçeya Bagcilara Stenbolê wesayitekê li endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Rewşan Doner qelibîbû û Rewşan Doner bi giranî birîndar bibû. Piştî qezayê Rewşan Doner bi aliyê tîmên tenduristiyê ve rakiribûn nexweşxaneyê. Tedawiya Rewşan Doner li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bagcilarê didome.
Li gorî agahiyên bijîşkên nexweşxaneyê xwîn çûye ser mejiyê Rewşan Doner bi midaxileya bijîşkan xwîn hatiye sekinandin. Di qezayê de parxanên Rewşan Doner şikestiye û ew tên tedawîkirin. Bijîşk diyar kir ku tedawiya Rewşan Doner li beşa çavdêriya awarte berdewam dike, talûke berdewam dike.
Piştî bûyer hate bihîstin endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek kes çûn nexweşxanayê.







