Li Rojhilata daxuyaniya hevpar: Em ê bibin pêşengên pergala demokratîk

  • 18:04 6 Adar 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Saziyên Jinan yên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê peyamek da û gotin: “Tevlîbûna jinan ya di xwepêşandanên sivîl, çalakiyên siyasî û avaniyên sivîl de piştrast dike ku jin rêveber û pêşengên siberojê ne.Em jin wê bibin pêşeng û afrînerên pergala demokratîk.”
 
Saziya jinan yên Rojhilatê Kurdistanê bi navê Rêxistina Komeleya Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Asaoya Jinên Kurd-Rêxistina Jinên Komele, Rêxistina Azadî ya Jinên Kurdistanê (NÎNA), Yekîtiya Jinên Demokratîk ya Kurdistanê-Îran û Rêxistina Afretan ya Xebata Kurdistana Îranê bi boneya 8’ê Adarê peyamek hevpar dan.
 
Di daxuyaniyê de bal kişand ku jinên azadîxwaz û serbilin a netewa Kurd di dîrokê de xebatên netewî û civakî ya xwe hemû deme weke hêzeke ya guherînê, berhemhênera hişyarî ya siyasî û civakî pêşengtî kiriye û ev hate gotin: “Xebata jinan tenê ne bûye daxwaza mafê taybet yê xwe, bûne beşek esasî ya guherîna civakê û avakirina sîstema dadperwerî, wekhevî û bê bindestiyê. 8’ê Adarê tenê ne rojeke ya bîranîna navneteweyî. Qadeke siyasî û dîrokî ye ji bo nûkirina peyama gel armancên serbestî û wekheviyê. Ev roj roja bîranîna wan rêxistinane ku maf nadin, bi xebat û têkoşîn mafê tê bidestxistin. Sembola yekgirtina nava hemû jinan û hêzên pêşketî bawerî bi guherîneke bingehîn heye.”
 
Berxwedan û gûherîn
 
Di berdewamiyê de de hate diyarkirin ku niha Îran di bin destê desthilateke rejîma Komara Îslamî de bê navber di nava sîstemek yasayî û siyasî ya zextê ya sîstematîk de ye û ev hate gotin: “Welatî li ser esasê rêgez tevlî kar dikin. Jin ji mêr kêmtir tê dîtin. Vê yekê jî weke ‘asayî’ nîşan didin. Li gorî yasa û hişmendiya desthilatê jin di rêza duyemîn de tê girtina dest û jiyana wan hatiye sînordarkirin. Li hemberî vê jin hişyarin, rêxistinê Îranê û bi taybetî li Kurdstanê bûne hêza serekî ya xweragirî û guherînê.”
 
Avakirina pergala demokratîk
 
Di dewmama peyamê de ev hate gotin: “Tevlîbûna jinan ya di xwepêşandan, çalakiyên siyasî û avaniyên nehikûmî de piştrast dike ku jin pêşengên û avakarên siberojê ne. Jina bi hişyariya siyasî, birya û îradeya xwe sînorên fermî û hatîn diyarkirin şikandine, wan hişmendiya yeksanî û dadperweriyê gihandine qada giştî. Di vê çarçoveyê de em 5 rêxistinên jinan yên li Rojhilatê Kurdistanê destnîşan dikin ku wê hemû xebat û têkoşîna me ji bo bidestxistina mafên hatin jêgirtin be û avakirina sîstemeke demokratîk be ku têde dadperwerî, yasa ji bo her kesê wekhev be û tu kes li ser bingeha netew, bawerî û ramanê siyasî neyê cudakirin. Em bawer dikin ku xebat, xerêxistinkirin û têkoşîna hevpar ya din ava hêzên demokratîk û pêşverû de wê rê li ber bidestxistina civakek azad, wekhev û dadperwer veke.”