Li Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê meşek girseyî hat lidarxistin

  • 16:26 7 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar’ê bi boneya 8’ê Adarê meşek girseyî hat lidarxistin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştar’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek girseyî hate lidarxistin. Meş bi amadebûna jinên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir, heta ber parka Şehîd Ariyen Cûdî meşiyan.
 
Di meşê de wêneyên şehîdên jin ên têkoşîna Azadiya Kurdistanê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên li ser "Jin Sembola Azadiyê ye", "8’ê Adar’ê li Rêber Apo Pîroz be" û "Jin Pêşengê Civaka Komînal in" û dovîzên li ser "Niha Dema Jinê ye Jin Ber Bi Azadiyê Ve Dimeşin" hatibûn hildan û bê navber dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedan Jina", "Bê Serok Jiyana Nabe" û "8’ê Adarê pîroz be" hatin berz kirin.
 
Her wiha jinan ji bo bal bikşînin li ser têkoşîna jinên azadîxwaz ên Rojavayê Kurdistanê, du keziyên ku bi rengê "Kes, sor û zer" hatibûn hunandin, hildabûn. Jinên ciwan jî bi erbaneyên xwe û daholê pêşengtî ji meşê re dikirin.
 
Piştî meş li ber parka Şehîd Aryen Cûdî rawestiya li vir meş wergeriya mîntîngê û piştî deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yeman axivî.
 
Nûdem Yaman di axaftina xwe de diyar kir ku ew 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê li hemû jinên cîhanê, li gerîllayên azadiya Kurdistanê û li Rêber Apo pîroz dikin.
 
Nûdem Yaman di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman û got: “Di dîroka mirovahiyê de hinek roj wek sembol dibin nimûne. Yek ji wan rojan jî 8’ê Adarê ye. Dema em li dîroka 8’ê Adarê dinerin, dîrokek xemgîn jî heye.”
 
Hevseroka Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman bal kişand ser dîrok û têkoşîna jinan ya dîroka 8’ê Adarê û da zanîn ku jin ji bo ku xwedî li ked û berhemên xwe derbikevin, li hember hêzên kapîtalîst, zilamê serdest û patronên xwînxwar dest bi çalakiyan kirine.
 
Nûdem di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yê ku herî zêde wate li roja têkoşîna azadiya jinê bar kiriye Rêber Apo ye û bi van gotonan dawî li axaftina xwe anî: “Rêber Apo herî zêde wate û girîngiya jinê di vê rojê de bar kiriye. Xwedî derketina li jinê, herî zêde ji aliyê Rêber Apo ve çêbû. Ji ber vê yekê her tim û her kêlî xeta berxwedanê meşand. Bersiva wê jin çawa jiyan bike da û ji bo xeta azadiyê rêya me ronî kir.”
 
Çalakiya meşê bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedan Jinê" û "Bijî Serok Apo" û bi gerandina govendê bi dawî bû.