Li Amedê di 8’ê Adarê de otobus wê bêpere xizmetê bidin jinan
- 21:03 7 Adar 2026
- Rojane
AMED - Li gorî biryara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, otobûsên şaredariyê yên ku li seranserê bajêr xizmetê didin, dê ji bo jinan bê pere be.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, di veguhastina navbajêr de xebateke taybet ji bo jinan dide destpêkirin. Di çarçoveya biryara hatiye girtin de, di dîroka 8’ê Adarê de hemû otobûsên şaredariyê yên li Amedê, dê bêpere xizmetê bidin jinan. Bi vê sepanê tê armanckirin ku jin hêsantir beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê û jiyana civakî ya bajêr bibin.









