Di pêvajoya muzakereyê de bersivek şênber a daxwazan tê payîn
- 09:03 5 Nîsan 2026
- Rojane
STENBOL- Endama MYK a DEM Partiyê Elîf Bulut da zanîn ku piştî hevdîtina 27’ê Adarê ya Îmraliyê pêvajo hatiye astek krîtîk û ji vir şûnde wê pêvajoy bi sererastkirinên qanûnî yên Meclîsê teşe bibe.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bultan, Mîthat Sîncar û Ozgur Faîk Erol di 27’ê Adarê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtineke 5 saetan pêk anîn. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek hat dayîn. Endama MYK a DEM Partiyê Elîf Bulut da zanîn ku piştî vê hevdîtinê pêvajo ketiye qonaxeke nû û komîsyonê xebatên xwe temam kirine, êdî sererastkirinên qanûnî di rojevê de ye. Elîf Bulut wiha got: “Niha pêşnûmeyek tê amadekirin. Di lijneya giştî de xebata vê tê kirin. Ev astek girînge. Cihê ku daxwaz bersiva xwe bibînin ev der e. Em êdî di asteke ku nexweşrêyeke bê derxistinê de ne.”
‘Rola meclîsê di vir de girînge’
Elîf Bulut balkişand ser rola meclîsê û got demokratîkbûn divê bi qanûnan bikeve bin ewlehiyê û wiha got: “ Daxwazên civakê bêguman bi têkoşînan dertê holê lê di esasê de divê di meclîsa komara Tirkiyeyê de bibin qanûn. Ev pêk neyê pêvajo pêş nakeve. Tişta ku civak dipê qanûnîbûna demokratîkbûnê ye. PKK’ê xwe fesh kir, ji ber vê feze ku pêvajoya vegerê, rewşa girtiyan, surgun di çarçoveyeke qanûnî de bên sererastkirin.”
‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
Elîf Bulut daxuyakirin ku divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û got: “Aktorê pêvajoyê hîn agirtiye. Ji bo hevdîtin baş bimeşdin divê şert û mercên azad bê afirandin. Tecrîd şikandî bê dîtin jî têr nake. Divê derfetên hevdîtinê yên berfireh bên dayîn. Di femiyetê de hinek ferzên hiqûqî xistine jiyanê. Ji bo hevdîtin baş bimeşin, xebat bi awayekî baş bimeşin divê hawiara azad bê afirandin. Dema em behsa azadiya Birêz Ocalan dikin, ev nayê wateya ku bibin giravek din.”
‘Heta statu diyar nebe wateya derbasbûnê avahiyê tuneye’
Elîf Bulut got dema mafê hêviyê pêk bê ji xwe pirsgirêk ji holê radibin û wiha domand: “Cih bi cih aliyê destilatdariyê behsa mafê hêviyê dike. li aliyê din jî behsa ku derbasî avahiyek din ya li giravê tê kirin. Lê wek Birêz Ocalan jî dibêje heta statu neyê dayîn tu wateya wê tuneye. Têkoşîna çekdarî bidawî bû. Di alî dewletê ve jî ev berpirsyariyê diafirîne. Divê qanûn li gorî vê biguhere. An jî demokratîkbûn ne pêkane.”
‘Entegrasyon tenê bi gerîlan sînor nîne’
Elîf Bulut wiha dirêjî dayê: “Pêvajo entegrasyonê pir aliye. Ev entegrasyon tenê bi vegera gerîlayan sînor nîne. Divê gel bikaribin xwe îfade bikin, çand û zimanê xwe bijîn û ev bikevin bin ewlehiya qanûnî. Der barê rewşa girtiyan de divê sererastkirin bê kirin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê û aramiya civakê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkane. Cihê vê jî meclîs e.”
‘Divê jin bibin hêza pêşeng a pêvajoyê’
Elîf Bulut di berdewamiyê de destnîşan kir ku rola jinan a di pêvajoya aştiyê de girînge û wiha daxuyand: “Di şer de yên herî zêde bedelê didin jin in. Ji ber vê jî yên aştiyê ava bikin jin in. Jin di vê pêvajoyê de aktîf rolê negirin pêvajo mayînde nabin. Her wiha geşedanên li Rojhilata Navîn bandorê li pêvajoya muzakereyê dikin. Tiştên li Sûriyeyê hatin jiyîn yên li Rojava, bandr li pêvajoyê kirin. Xebatên li meclîsê hatin asta rawestînê. Mudaxaleyên navneteweyî bandor li Tirkiye û rewşa Kurdan dikin. Ligel vê qanûnên heyî zirarê didin aştiya civakî û demokratîkbûnê. Azadiya fikir û ramanê tune be demokratîkbûn jî ne pêkan e.”







