Di 24 saetên borî de li Îran û Rojhilat 36 kes mirin

  • 09:55 8 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava 24 saetên borî de, di encama êrişan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 84 welatî bûn qurbanî.
 
Rêxistina Mafê Mirovan HRANA’yê bi raporekê ragihand ku di nava 24 saetên borî de, ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 84 kes bûne qurbanî.
 
Li gorî HRANA’yê, di nava 24 saetên borî de li 16 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 425 êriş pêkhatine.
 
Tê gotin di van êrişan de baregehên leşkerî, baregehên supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neftê û binesaziya Îranê bûne hedef.
 
Li gorî heman raporê, di encama van êrişan de 36 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 48 jî birîndar bûne.
 
Hate gotin ku herî zêde êriş li ser parêzgeha Elburz, Xuzistan, Esfehan, Qezwîn û Qumê çêbûne.
 
Li gorî heman çavkaniyê, ji roja şer destpêkirî heya duh, (7 Nîsan) hezar û 710 welatî jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ji vê hejmarê 254 jê zarokên bin temenê 18 saliyê dene.