Kursên DÎSMEK'ê ji bo jinan derfeta îstihdamê pêşkêş dikin
- 13:45 8 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - 357 jinên ku ji kursên DÎSMEK'ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sûd werdigirin, hem jêhatîbûna pîşeyî bi dest dixin hem jî derfeta piştgirî, hilberîn û sosyalbûnê dibînin.
Kursên Hunerî û Perwerdeya Pîşeyî ya Amedê (DÎSMEK) ku Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya polîtîkayên civakî yên jin-navend de dane destpêkirin, ji qadeke perwerdeyê ya hînbûna pîşeyî wêdetir; bûye navendeke piralî ku jin tê de tevî hilberînê dibin, piştgiriyê ava dikin û bi jiyanê re têkiliyên nû datînin. Bi van kursên ku 357 jinên ji taxên cuda yên bajêr beşdar dibin, ji aliyekî ve beşdariya jinan a ji bo îstihdamê tê armanckirin, ji aliyê din ve jî qadeke veguhertina kolektîf ku her jin çîroka xwe lê xurt dike tê pêşkêşkirin.
Kursên di bin sîwana Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de, tevî ku bi kontenjaneke sînorkirî xizmetê didin jî, rastî eleqeyeke mezin a jinan tên. Hin kursiyer ji telaşa jiyana rojane dûr dikevin û hobiya nû bi dest dixin, hin jî bi perwerdeya ku dibînin di rêya vekirina kargeha xwe ya taybet de gavan diavêjin.
DÎSMEK a ku 357 jinên xwedî çîrokên cuda yên jiyanê tîne cem hev, ji navendeke perwerdeyê wêdetir wekî tora civakî ya xurt jî kar dike. Navenda ku lê rahênerên pispor wezîfedar in, her rojên hefteyê deriyên xwe ji bo kursiyerên ji deverên cuda yên bajêr vedike û çanda piştgiriyê xurt dike.
Berfirehiya perwerdeyê û beşên nû
Di Navenda Kursê ya Goletlîparkê de di gelek waran de perwerde tê dayîn; wek tembûr, perwerdeya deng, amadekarî ji bo konservatuvarê, lênêrîna çerm, amigurumi (lîstokên rîs), e-bazirganî, kuaforî, zanîna bingehîn a kompîturê, sêwirana modayê, dirûtin, lîstokên darîn, neqşandina kevirê bazaltê, hunerên dîtbarî û reşqelemî. Her wiha bi vekirina beşên wekî çînîkarî, çêkirina koka lîstokan bi rîs, seramîka sar û fwênê, çarçoveya perwerdeyê hîn berfirehtir bû.
Derfeta perwerdeya nerm û gihîştîbar
Jin dikarin ji nav vebijarkên cuda yên kursan ya ku dixwazin hilbijêrin û beşdar bibin. Ji ber munasibbûna saetên dersan, hin kursiyer derfeta perwerdeya di bêtirî beşekê de dibînin.
Kordînator û rahênera çînîkariyê ya Navenda Perwerdeyê ya DÎSMEKa Goletlîparkê Şevîn Şukran Anik, diyar kir ku li navendê kursên kuaforî, lênêrîna çerm, sêwirana modayê, tekstîl, çînîkarî û hunerên destan ên piralî berdewam dikin.
'Hawirdoreke piştgirî û parvekirinê ava dibe'
Anik anî ziman ku kurs bi beşdariyeke zêde berdewam dikin û destnîşan kir ku kursiyer jêhatîbûnên nû bi dest dixin û bi awayekî çalak tevî jiyana civakî dibin. Anik got: “Karên ku derdikevin holê hem dibin çavkaniya moral û motîvasyonê ji bo kursiyeran, hem jî hawirdoreke piştgirî û parvekirinê ava dikin.”
'357 kursiyer perwerde dibin'
Anik da zanîn ku niha li navendê 357 kursiyer perwerdeyê dibînin û kontenjana hemû kursan tije ye û wiha axivî: “Kurs di heman demê de ku piştgiriyê didin hilberîneriya kursiyeran, beşdariyê li pêşketina wan a kesane jî dikin. Kontenjana hemû kursên me 15 kes e û hemû jî tije ne.”
'Hunera çînîkariyê bala min kişand'
Yek ji kursiyeran Ayşe Baraz diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dest bi dermanbûnê kiriye û di vê pêvajoyê de eleqedarbûna bi hunerê ji bo wê baş bûye û got: “Hunera çînîkariyê bala min dikişand. Di nav reng û nexşan de mîna terapiyekê ruhê min têr dike. Ev der ne tenê kursek e, di heman demê de qadeke şifaya civakî ye.”
'Bi perwerdeyê min qonaxên girîng derbas kirin'
Elîf Gokhan ku kursiyera herî ciwan a DÎSMEKê ye, diyar kir ku ev du meh in ew tê kursa "kaxiz rolyefê" û got: “Bi perwerdeya ku min dît min qonaxên girîng derbas kirin. Êdî ez tabloyên xwe bi xwe çêdikim. Ev hawirdor ne tenê dihêle ez tiştan hilberînim, di heman demê de alîkariya min dike ku ez xemên xwe direvînim û xwebaweriyê bi dest bixim. Wek kursiyereke ciwan, ez berdewamiya van derfetan pir girîng dibînim.”
'Ji bo jinan avantajeke mezin e'
Naîme Çaglar bal kişand ser wê yekê ku ev derfeta şaredariyê ji bo jinan avantajeke girîng e û ew di hawirdorekê de ne ku ji stresa rojê dûr dikevin, civakî dibin û dostaniyên nû ava dikin. Çaglar destnîşan kir ku jin bi agahiyên nû yên di kursê de di her warî de pêş de diçin û ew pir kêfxweş e ku dema xwe ya vala di hawirdoreke wisa biqalîte de derbas dike.
'Ji bo min gaveke girîng e'
Îrem Su Çolak jî anî ziman ku bi saya kursê jêhatîbûnên pîşeyî bi dest xistine û got: “Ji lênêrîna çerm heta lênêrîna kesane ez gelek hûrgiliyên teknîkî hîn dibim. Li vir em ne tenê pîşeyekî hîn dibin, di heman demê de hevaltiyên xurt ava dikin. Di planên min ên paşerojê de vekirina kargeha xwe û çêkirina kariyerê heye. Ev der ji bo min gava yekem û herî girîng e di rêya vê xeyalê de.”
'Armanca min profesyonelbûn e'
Buket Çelîk diyar kir ku ji bo alîkariya aboriya malbatê dest bi kursê kiriye û di warê kuaforiyê de ezmûnên girîng bi dest xistine. Çelîk wiha axivî: “Ev pêvajoya ku min wekî hobî dest pê kir, ez dixwazim di paşerojê de bi vekirina salona xwe bigihînim asteke profesyonel. Hem pêşxistina xwe û hem jî sûdwergirtina ji bo derdora xwe motîvasyoneke mezin dide min.”
'Kursan di warê psîkolojîk de piştgirî dan min'
Sebahat Okumuş diyar kir ku piştî jiyana xebatê ya dirêj ji ber pirsgirêkên tenduristiyê neçar maye li malê bimîne û kursên DÎSMEKê piştgiriya psîkolojîk dane wê. Okumuş da zanîn ku bi perwerdeya hunerên destan, fîlografî û "îpek koza" (gozika hevrîşimê) hem ji aliyê zihnî ve hêsan bûye hem jî di hawirdoreke civakî de moral ditiye.







