Rewşa tendirûstiyê ya du girtiyên siyasî di metirsiyê de ye

  • 13:19 24 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê belav kirine, metirsî li ser tendirûstiya du jinên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de heye. Yek ji wan ji ber greva birçîbûnê û ya din jî ji ber nexweşî û derman nekirinê tendirustiya wan têkçone.
 
Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê têkildarî rewşa tendirûstî ya du girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Îranê de ne agahiyan parve kir.
 
Li gor agahiyên hatine parvekirin, jina bi navê Mehbube Şebanî ku di xwepêşandanên dawî yên li Îranê hatibû girtin, li Girtîgeha Wekîl Abadî ya Meşhedê çar rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat gotin ku Mehbube li dijî nezelaliya di dosyaya wêde, nebûna çavdêriya bijîşkan û veguhestina berdewam a di navbera girtîgehan de ketiye greva birçîbûnê.
 
Hatiye diyarkirin ku di dema binçavkirinê de nexweşiyek giran a çerm pêre derketiye û bi tometa ‘piştgiriya bi êrişên li ser Îranê’ dosyaya wê li Dadgeha Şroeşê ya Meşhedê di jêr lêkolînê de ye.
 
Di heman rapora HRANA’yê de behsa rewşa girtiya siyasî ya Behayî, Roya Sabit ku 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û di girtîgeha Adil Abad a Şîrazê de tê ragirtin jî hatiye kirin.
 
Hatiye diyarkirin ku tevî êşa tûnd a pişt, mil û daketina zexta xwînê ya ji sedî 70’ê, lê Roya Sabit ji mafên xizmetguzariyên bijîşkî û dermankirinê bê par hatiye hiştin.