22'yê Nîsana 1898'an: Rojnameya Kurdistan derket 2024-04-22 09:01:25     Mîqdat Mîthad Bedirxan li Paytexta Misirê Qehîreyê di 22'yê Nîsana 1898'an de rojnameya "Kurdistan" weşand.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1823: Aktivîsta mafê jinê ya Danîmarkayî Nicoline Christine Luplau ji dayik bû.    1909: Norolog Rita Levi-Montalcini ya xwediyê Xelata Nobelê ya Tipê hat dinê. Bi hempîşeya xwe Stanley Cohen re di 1986'an de ji ber keşfa wan a faktora mezinbûyina sinir Xelata Tipê girt.    1970: Roja Cîhanê ya yekem ji aliyê 20 milyon kesî ve hat pîrozkirin.    1976: Di dîroka televizyonê de cara yekem jinekê bultena nûçeyan pêşkeş kir. Rojnameger Barbara Walters, nûçeyên şev ên televizyona ABC'yê bi Harry Reasenor re pêşkeş kir.    2009: Hewldana Îstihdama Keda Jinê (KEIG), ya ji 27 rêxistinan pêk dihat ji bo îstihdama jinê zêde bibe daxwaz kir ku birêkûpêkkirin bê kirin.    2017: Yekîtiya Ragihandina Jinên Kurdistan-RAJIN bi munasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyanî da û got:"Heta jin bigihêjin sîstemeke civakî ya jin û civak azad dijîn em ê çapemeniya azad pêş bixin û li ser şopa heqîqetê derkevin ser rê."