Parêzera OHD’î: Armanca Tirkiyeyê ev e ku AKBK’ê mijûl bike

  • 09:04 4 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama OHD’ê parêzer Ayşe Acinikli bersiva Tirkyeyê ya ku  ji bo Abdullah Ocalan da Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa, nirxand û da zanîn ku ev taktîka mijûlkirinê ye û mafê hêviyê gerdunî ye û tu kes ji mafê hêviyê bêpar nayê hiştin.
 
 Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê girtiye 3 sale nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û 17 meh e jî tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên parêzeran ku hema hema her roj tên kirin jî bê bersiv tên hiştin an jî bi îdiaya ‘cezayên dîsîplînê hene’ bersiva neyînî tê dayîn. Tevî 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê ya di 18’ê Tebaxa 2021’an de hatibû dayîn û bi dawî bibû, serlêdana parêzeran bi hinceta cezayekî din heye hat redkirin.  Parêzeran di esasa vê biryara Dadgeriya Înfaza Bursayê de serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) dan. Lê hîna bersivek nehatiye dayîn.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Abdullah Ocalan di 9’ê Tebaxa 2022’an de serî li Komiseriya Wezîran a Konseya Ewropa (AKBK) dan. Di serlêdanê de hat gotin ku Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêpar tê hiştin û AKBK’ê ji Tirkiyeyê heta dawiya meha îlona 2022’an parastin xwest. Tirkiyeyê di 30’ê Tebaxê de bersiv da Komîteya Wezîran a Ewropa û got; ‘Girtiyên cezayê girtîgeha muebeta giran girtine pêkane bi şert bên berdan lê bi îstîsna hinek sûc bêpar tên hiştin.’  û gotin Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêpar hatiye hiştin û bersivên berê dabûn dubare kirin.
 
Dema ji bo Tirkiyê tê dayîn tije dibe
 
Berê jî di 26’ê Tîrmeha 2021’ê de Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) , ÎHD, TÎHV, Weqfa Lêkolîn Hiqûq û Civakî (TOHAV) ji bo Abdullah Ocalan, girtiyên din Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Ciwan Boltan serî li AKBK’ê dan ku biryara DMME’ê pêk bê.  Komîteyê di civîna navbera 30’ê Mijdar-2’ê Kanûna 2021'ê de pêk anî da zanîn ku ji bo Tirkiye agahiyê bidin wan dema wan heta îlona 2022’an heye. Ji bo dema komîteyê daye demek kurt maye û Tirkiyeyê hîna gavek neavêtiye.
 
Endama OHD’ê Parêzer Ayşe Acinikli der barê mijarê de nirxandin kir. 
 
‘Piştî biryara DMME’ê divê sererastkirin bihata kirin’
 
Ayşeyê der barê biryara ku DMME’ê di 2014’an de daye axivî û got di çarçovey aQanûna Têkoşîna Bi Terorê re(TMK) kesên cezayên muebetê girtine mafê wan yê hêviyê ji holê rabûye û wiha daxuyand: “Tirkiye neçare biryarên DMME’ê pêk bîne. Di hiqûqa hundir de peymanên navneteweyî di ser destura bingehîn re ye. .Ji ber vê jî li ser biryara 2014’an de hatiye dayîn divê Tirkiye tiştên pêwist bike. Di esasa biryara di hiqûqa hundir de hatiye dyîn de divê di rejîma girtina muebeta giran de guherîn bên kirin û ji bo berdana bi kontrol derfet bên dayîn.”
 
Mafê hêviyê tê binpêkirin
 
Ayşeyê her wiha daxuyakirin ku biryara DMME’ê 8 sal berê daye ji aliyê saziyên têkildar ve nehatiye şopandin ku pêk hatiye an na û ev pirsgirêkek mezin e. Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî serlêdanen li dijî vê biryarê şûnde mekanîzmayek şopandinê hat pêşxistin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin jî serî li AKBK’ê dan. Bersiv hat dayîn. Bersiva ku Tirkiyeyê daye gelek qelse. Tirkiye divê heta 20’ê îlonê plana çalakiyê pêşkêş bike lê tiştekî hatibe pêşkêşkirin tune ye. Bersivek kurt heye. Tirkiye wekê ku saziyên navnetewî bikaribe bixapîne bersivê dide. Di çarçoveya TMK’ê de hejmara kesên ceza digirn her diçin zêde dibin. Tişta ku DMME dibêje mafê hêviyê tê binpêkirin, tişta ku Tirkiye jê re dibêje îstîsna dihewîne. Yanî DMME dibêje îstîsnayê rake. Tirkiye jî dibeje ez ranakim.”
 
‘Mafê hêviyê gerdunî ye’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku li welatên ku hiqûq û demokrasî heye mafê hêviyê jî gerdunî ye lê li Tirkiyeyê li gorî kes pergala hiqûqê û qanûn pêk tên. Ayşeyê di vê mijarê de jî wha got: “Mirov ne xwedî ewlehiyeke hiqûqî ne. Em li nokteyeke ji hiqûqê dur in. Dema mirov li îstatîstîkê der barê hiqûqê dinerin Tirkiye di rêza herî dawî de ye.  Pergaleke hiqûqê ya li pey Afganîstanê dimeşe heye. Dema mirov wisa dinêrin aşkeraye ku mafê hêviye ne gerduniye. Lê ev mafekî esas e. Kuştina hêviya kesekî, binpêkirina maf diê ji hemû mafên din cudatir bê destgirtn. Di alî gelek mirovî de ev maf tê binpêkirin.”
 
‘Der barê Tirkiyeyê de dikare prosedura binpêkirina maf bê destpêkirin’
 
Ayşeyê got Buroya Hiqûqê ya Asrinê di serlêdana xwe de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwest ku ji bo Tirkiyeyê prosedura binpêkirina maf bê dsetpêkirin û got: “Di rewşa ev proserdur bê destpêkirin de wê Tirkiye di mijara ketina Yekitiya Ewropa de bê bandor be. Hedefa Tirkiyeyê ya bikeve yekitiya Ewropay tune ye. Ji xwe gelek jê dur e. Lê heta niha pêkanînên divê li hember Tirkiyeyê pêk bihata hebûn. Gelek tiştên ketin rojeva cîhanê hebûn lê  welatên Yekitiya Ewropa, NATO û Amerîkayê ji ber koza penaberan a destê Tirkiyeyê de her tim xwe da alî. Dikare prosedura binpêkirinê bê destpêkirin.  Divê bê destpêkirin. Di alî îfşakirina helwesta Tirkiyeyê ya li hember Birêz Ocalan û kesên ji sûcên TMK’ê hatine girtin de gelek girînge.”
 
Divê bersiva Tirkiyeyê têr neyê dîtin
 
Ayşeyê da zanîn ku bersiva Tirkiyeyê ne têr e û dive Konseya Ewropayê vê besivê têr nebîne û neke rojeva xwe û ev wê pirsgirêkên cidî biafrîne. Ayşeyê got divê cidî bê girtin û objektîf bê nirxandin. Her wiha Ayşeyê axaftina xwe wiha bidawî kir: “ Ji bo bersivdayîna Tirkiyeyê Konseyê heta 20’ê îlonê dem da.  ji Tirkiyeyê xwest plana Çalakiyê pêşkêş bike û agahiyê bide. Tirkiye wek berê taktîka xwe didomîne. Divê di vê pêvajoyê de pêngav bên avêtin û agahî bên dayîn.  Ger pêngavek erênî neyê avêtin ji vir şûnde hêvî nayê dayîn. Her wiha di rewşa bersiva serlêdanên me neyê dayîn de em ê hîn zêdetir serlêdanan bikin.”