Çeteleya Tundiyê ya Meha Hezîranê: 31 jin hatin qetilkirin

  • 11:40 5 Tîrmeh 2022
  • Çeteleya Tundîyê
 
 
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me ku me ji nûçeyên di meha Hezîranê de ji çapemeniyê kom kirine, herî kêm 31 jin û 8 zarok hatine qetilkirin, 24 jin û 3 zarokan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
 
Bi xespkirina destkeftiyên jinan û êrîşên li ser mafên jinan re tundî û qetilkirina jin û zarokan jî zêde dibe. Kujerên ku ji polîtîkayên bêcezahiştinê hêz girtin di meha Hezîranê de jî êrîşên xw yên li ser jinan berdewam kirin.  Vê mehê kiryaran li bûyerên xwe yên êrîşên li ser jinan ên li ser zarokan jî zêdetir kirine. Mêran di meha borî  de li 3 bajaran 4 jin li gel zarokên wan qetil kirin. Herwiha di meha Hezîranê de mirinên bi gûman ên jin û zarokan jî zêdetir bûn. 
 
Doza girtinê li Komeleya KCDP'ê hat  vekirin
 
1'emîn danişîna doza girtinê ya ku li dijî Komeleya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin bi îdiaya "Tiştên dijahlaqî kirine" di 1'ê Hezîranê de li Edliyeya Çaglayanê hat dîtin. Ji çar aliyê Tirkiyeyê bi sedan jin û ji 36 baroyan 280 parêzer tevli danişînê bûn. Xizmên jinên hatin qetilkirin û jinên şîdet li wan hat kirin jî tevli danişînê bûn û bal kişandin ser bêhiqûqiya dozê.
 
Doza Peymana Stenbolê
 
Rûniştina dozên ku ji bo betalkirina biryara vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê şandin Şûraya Dewletê hatin dîtin. Di 4 danişînên ku hatin dîtin de, dozgerên Şûraya Dewletê ji bo betalkirina biryarê nêrîna xwe anîn ziman. Li aliyê din jinên ji çar aliyên Tirkiyeyê beriya danişînê li ber Şûraya Dewletê hatin cem hev û diyar kirin ku ew ê dev ji Peymanê bernedin.
 
Doza Pinar Gültekin
 
Der barê Cemal Metîn Avci yê ku 2 sal berê li Mûglayê îşkence li Pinar Gultekîn kir û qetil kir, heyeta dadgehê bi îdaya "tahrîk heye" cezayê wî daxist 23 salan. Ji bo 5 kesên ku bibûn hevkarên heman sûcî jî biryara beraatê da. Serdozgeriya Komarê ya Muğlayê û parêzerê malbatê biryar sewqî Dadgeha Îstînafê kirin. Li dijî vê biryarê ku bû sedema bertekên raya giştî , li tevahiya Tirkiyeyê jin daketin qadan û peyama "edaleta rast, ne edaleta mêr" dan.
 
Kesê tecawizkar Hasan Bîlgîlî piştî 3 salan hat girtin
 
Li Enqereyê di doza tecawizê ya ku 3 sal in dewam dike de biryar hat dayîn. Li Tecawizkar Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî ku bi sûcdariya "Êrîşa zayendî ya hêsan" li dijî beytar Ç.B.yê kiriye 9 sal cezayê girtîgehê hat birîn, ji bersûcên din Serkan Durmaz û Huseyîn Şenyurt jî ji hemû sûcan beraat kirin. Hate destnîşankirin ku daraza mêr, guhnedaye delîl, tesbît û şahidan û cezakirina kiryaran û dîsa ev helwesta darazê bû sedema bertekên jinan  û jinan destnîşan kir ku ew ê şopdarên dozê bin. 
 
Serokê MHPê yê Diyarbekirê ji ber destavêtina zarokan hat girtin
 
Piştî ku Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê û Parlamenterê Stenbolê Semîh Yalçin di 16'ê Hezîranê de li ser hesabê xwe yê dijîtal daxuyanî da, derket holê ku Serokê MHP'ê  yê Amedê Cîhan Kayaalp bi awayekî sîstematîk tecawiz li zarokekî kiriye. Hate rojevê ku kiryarê di 17'ê Hezîranê de bi îdiaya "Êrîşa zayendî" hat girtin û şandin girtîgehê, gelek zarokên din jî tacîz kirine.
 
31 jin hatin qetilkirin
 
Di meha Hezîranê de 31 jin hatin qetilkirin, 24 jininan bi gûman jiyana xwe ji dest dan. Mêran hewl da 12 jinan qetil bikin, 8 zarok hatin qetilkirin û 3 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ji van jinan 10 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî, ??5 jin ji aliyê xizmên xwe, 1 ji aliyê mêrên ku xwestine dest ji hev berdin, 1 ji aliyê kesê xwestine dest ji hev berdin, 1 ji aliyê mêrê ku pê re li ber hevberdanê bûn, 2 ji aliyê cîranên xwe ve û 4 jin ji aliyê mêrên bi hev re diman hatin qetilkirin. 7 jin jî  kujerên wan nehatin tespîtkirin.  
 
Belavkirin li gor bajaran
 
Li gorî daneyên me li Stenbolê 5, li Balikesîrê 2, li Ispartayê 2, li Zonguldakê 2, li Gîresûnê 2, li Îzmîrê 1, li Erziromê 1, li Bursayê 1, li Konyayê 1, li Çorumê 1 li Êlihê, li Denizliyê 1 kes. , li Çanakkale 1, li Edeneyê 1, li Enqereyê 1, li Mûşê 1, li Kayseriyê 1, li Rîzeyê 1, li Antalyayê 1, li Edîrneyê jinek, li Dîlokê jinek û li Manîsayê jinek hatin qetilkirin. Bi giştî li 23 bajaran jin hatine qetilkirin.