Ji Pênûsa jinê stranên dawetan 2025-03-10 14:01:44     AMED - Ji Pênûsa Jinê Pirtûka Stranên Dawetan ku ji Stranên Serê Bûk, Serê Zava û Govendê yên Farqînê, Pasûr û Êlihê, bi berhevkirin û amadekirina Bêrîvan Matyar, ji nava weşanên Weqfa Mezopotamyayê derçû.   Pirtûka ku ji demekê ve ye Bêrîvan Matyar li ser hûr û kûr dibû û dixebitî, ji devê gelek jinên ji herêma Farqînê, Pasûr û Êlihê Stranên Serê Bûk, Serê Zava û Govendê berhev kiribû, bi navê Stranên Dawetan weke pirtûk ji nava weşanên Weqfa Mezopotamyayê da çapkirin.   Bi derketina pirtûkê re Bêrîvan Matyar hestên xwe wiha anî ziman: “ Îro ji bo min rojeke dîrokî ye. Pirtûka Stranên Dawetan, projeyek e mezin bû ku min barê wê da ser milê xwe, îro jî bi berhemek wiha encam bû. Şanaz im. Ji kêfan dikim bifirim. Keda gelek mirovên delal di vê berhemê de heye; Zeynep Yaş, Şenay Kumuz, Ihsan Zanyar, Serdar Canan, Argun Çakir, Eşref Keydanî, Mikaîl Bilbil, Mustafa Aydogan, Behruz Sucai, Îhsan Ay û Selîm Gokçe… Ez ê paşê yek bi yek behsa wan, rêwitiya xwe û vê berhemê bikim. Lê dixwazim  bibêjim ku ez minetdara dêya xwe Wetha Matyar im û Xatiyên wê me. Her wiha minetdara xwişka xwe Şehrîban Matyar im. Wan ji min bawer kirin û piştgirî dan min. Keda wan bêhempa ye…”   Piştî Bêrîvan Matyar hestên xwe wiha anî ziman, da diyarkirin, dê di demên pêş de agahiyên berhevkirin û tomarkirina Stranên Serê Bûk, Serê Zava û Govendê bi çi awayî pêk hatiye, di demên pêş de di gotarekê de diyar bike.