Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû 2025-05-11 15:49:23         AMED -  Nivîskarên beşdarî konferansa bi mijara “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya Gîronayê” bûn, gotin ku divê kurdî were parastin û her kes xwedî lê derkeve.    PENa Kurd bi piştevaniya PENa Navneteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rasthatina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya gîronayê” 10 û 11’ê Gulanê li Çand Amedê konferans li dar xist. Ji çar aliyên Kurdistanê û welatên cuda gelek rewşenbîr, nivîskar, zimanzan û mamoste tev li konferansê bûn. Roja duyemîn bi rûniştina 3’yemîn berdewam kir. Di rûniştina 3’yemîn de nivîskar û Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli, nivîskar û Lêkolîner Sîdar Jîr li ser mijara “Di sedsala dawîn de rewşa wêjeya Kurdî”, mamoste Mozhgan Kavusî li ser mijara “Qefes, bîranînên zindanê”, Nivîskar Rojbîn Perîşan “Di wêjeya Kurdî de rengê zindanan, bandora zindaniyan”, nivîskar û lêkolîner Beyan Ezîzî li ser mijara “Bingeha sansura li ser wêje û zimanê Kurdî li Îranê / Mînaka nivîsên jinan li rojhilatê Kurdistanê”, û nivîskar Firat Can jî li ser “Bandora wêje û polîtîkayê ya li ser hev” axivîn.   Cemîlê Turhalli diyar kir zimanê Kurdî di bin xetereyê de ye û da zanîn ku divê politîkayên balkêş pêş bixin û bixebitin.   Nivîskar Rojbîn Perîşan jî diyar kir ku nivîs li vê erdnigariyê hatiyê afirandin û got: “Ez 30 sal di zindanê de mam. Sosyolojiya zindanê gelek cuda ye. Jiyana li zindanê ji jiyana derve pir dûr e. Girtî bi rêya nivîsê dixwazin dengê xwe bidin derve. Girtîgeh ji bo wejeyê kaniyek e. Ji bo ramana girtiyan dernekeve derve lijneya zindanan jiyana girtiyan dorpeç dike. Bi rêya lêgerinê nivîsên girtiyan qedexe dikin. Civak li derve eleqê nîşanî nivîsên girtiyan nadin. Ev jî rexeneyeke.”   Nivîskar Firat Can jî keyfxweşiya xwe ya ji konferansê anî ziman û wiha got: “Girtîgeh gelek teng e. Yên ku girtîgeh çêkirine, naxwazin tu kes bi hêz derkevin derve. Girtîgeh jî li gorî vê hatiye avakirin. Pergal li dijî Kurdan dijminatiyê pêş dixe. Tiştên ji bo herkesî serbest e, ji Kurdan re qedexe ne. Kesekî ji bo azadiya Kurdan têdikoşe, rastî êrişên dewletê tên. Wejekarên Kurd hîn nikarin bi rehetî her tiştî binivîsin.”   Nivîskar û lêkolîner Beyan Ezîzî jî destnîşan kir ku jinên nivîskar li rojhilatê Kurdistanê di bin astengiyan de xebatan dikin. Beyan Ezîzî, da zanîn ku konferansa PENa Kurd gelek giring e. Mamoste Mozhgan Kavusî jî li ser mijara bîranînên zindanê axivî û destnîşan kir ku gelek mafên kesan di zindanên li Îranê de tên binpêkirin.   Herî dawî jî nivîskar Sîdar Jîr axivî û got: “Şikestina gelê me di peymana Qesra Şîrîn de pêk hat. Piştre Sykes-Pîcot de şikest. Di navbera gelê me de sînor danîn. Ez îro bi pasaport diçim Hewlere. Ew ji bandora xwe dide wejeya Kurdî. Rewşa siyasî rast e rast bandora xwe li nivîskaran dike. Îro em gelek nivîskar li vir in. Lê me kesî pirtûka hevdu nexwendiye. Ji ber ku welatê me hatiye parçekirin. Cihekî perwerdehiya Kurdî tune be wejê jî pêş nakeve. Berê perwerdahiya Kurdî hebû. Divê îro em bêtir pêş ketibûna. Lê mixabin em paş ve çûn. Sedema van jî parçekirina Kurdistanê ye. Em kêmasiyên xwe dizanin lê ev kêmasî ne yên me ne. Kêmasî yên Tehran, Şam, Bexda û Enqereyê ne. Ji ber ku welatê me wan perçê kirine. Kurdan gelek berxwe daye lê pirsgirêk ev e ku em ne parçekî cîhanê ne. Divê em xwedî statu bin. Divê ziman, çand û nasnameya me di her alî de xwedî statû be.”   Piştî axaftinan, forum hat lidarxistin û konferans bi dawî bû.