Di sînemayê de rûhevhatina civakî: Xurbeta Sêyemîn 2025-10-02 09:04:21   AMED - Derhêner Medîha Guzelgun, di belgefîlma xwe ya Xurbeta Sêyemîn de, travmayên civakî yên piştî komkujiya Mereşê hatine jiyîn derdixe pêşberî temaşevanan.   Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed di navbera 26-30’ê Îlonê de li Çand Amedê pêk hat. Di belgefîlm de gelek belgefîmên bi temayên cuda hatin nîşan dan. Derhêner Medîha Guzelgun jî belgefîlmê xwe yên Xurbeta Sêyemîn tevli bû. Medîha Guzelgun der barê belgefîlmê xwe de axivî.   Belgefîlmê  Xurbeta Sêyemîn texrîbata piştî komkujiya Mereşê derdixe pêş. Di belgefîlm de travmayên jinên ku komkujî jiyane dixe bin qeydan û Medîha Guzelgun ji malbata xwe dest pê dike û jinên ji Mereşê koçber dibin derdixe pêş. Di van rojên ku aştiya civakî tê axaftin de Xurbeta Sêyemîn, wek kadraja rûhevhatinê derdikeve pêşberî me.   ‘Guhdarkirina çîroka jinan pir watedar e’   Medîha Guzelgun diyar kir ku yekem car tevli Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed dibe û got ev qada ji bo belgefîlman hatiye avakirin ji bo wan gelek bi nirxe. Medîha Guzelgun ev tişt anî ziman: “Hatina gel hev a jinan min kêfxweş dike. Guhdarkirina çîrokên jinên Afganîstan, Rojava û Mereşê watedar bû. Êdî êdî zêdetir tên dîtin.”   Bandora travmayê   Medîha Guzelgun diyar kir ku pêvajoya çêkirina belgefîma Xurbeta Sêyemîn de bi jinan re hevdîtin kiriye û wiha dirêjî dayê: “Me şahidiya şopên komkujiya Mereşê kir. Travmaya hatiye jiyîn hîna zindiye. Komkujiya 47 sal berê hatiye jiyîn bi hemû zindîbûna wê vedibêjin. Ji ber vê jî xebatên bîrê girîngin û divê neyên jibîrkirin. Yên koçî derveyê welat bûne zêde behsa bibîranînê nakin. Ji vê direvin û bi tirs li Tirkiyeyê dinêrin. Jinên li Mereşê wêrek bûn. Dixwestin vebêjin. Vê bala min kişand. Bandora travmaya wê demê li ser jinan wek demans û alzheîmerê pir zêde tê dîtin. Ev encama travmayê ye. Ji bo aştiyê teqez divê rûhev hatin hebe. Divê tanzîma wê ya aborî-manewî hebe.”