Şanoya Bajêr bi lîstika 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li ser dikê ye 2025-10-04 12:44:08   AMED - Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) di meha Cotmehê de bi lîstika "Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din” perdeyên xwe vekir.   Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku xebatên xwe di bin Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî de didomîne, dest bi pêşandanên şanoyê yên belaş kir ku ji bo meha Cotmehê amade kiribûn, bi lîstika "Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din" dest pê kir.   Lîstika "Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din", ku ji hêla nivîskarê şanoyê Stefan Tsanev ve hatiye nivîsandin û ji hêla Dilawer Zeraq ve li Kurdî hatiye wergerandin, ji hêla lîstikvanên DBŞT'ê ve li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat pêşandan. Di lîstikê de, ku Berfin Emektar derhêneriya wê kiriye, Nurşen Adiguzel, Yavuz Akkuzu û Ozcan Ateş cih digirin.   Di lîstikê de, ku ji efsaneya Jeanne d’Arc hatiye girtin, tê nîşandan ku mirov, ferd, çawa ji hêla îdeolojiyên serdest ên wekî ol û netewperestiyê ve tê girtin, û her weha îşaret bi serdestên îroyîn jî tê kirin. Lîstik, ku bi hêmanên komediyê hatiye xemilandin, bi serkeftina Jeanne d’Arcê li hember qelsiyên mirovî li dijî îdeolojiyên serdest bi dawî dibe. Pêşandana lîstikê dê di tarîxên 4-11-12'yê Cotmehê de bidome.   Lîstikên din   Di 17-18 û 31'ê Cotmehê de, dê pêşandana şanoya fîzîkî ya bi navê "Jîn (Jinên Azad)", ku lîstikvanên jin ên DBŞT tê de rol digirin û di 1'ê Îlonê de prömiyera wê hatibû kirin, bidome.   Lîstika zarokan a bi navê "Hişê min Tev Li Hev Bû" jî dê di 19'ê Cotmehê de bigihîje zarokan.