Hevdîtina Keda Jinê û Mîhrîcana Çandê bi dawî bû 2025-10-05 22:30:22     AMED- Hevdîtina Keda Jinê û Mîhrîcana Çandê ya ku Şaredariya Peyasê pêk anî, bi konsera Beser Şahîn bi dawî bû.   Duyemîn hevdîtina Kedê ya Jinê û Mîhrîcana Çandê ya  ji aliyê Şaredariya Peyasê ve pêk hat, di roja sêyemîn de bi dirûşmeya ‘em bi çand û keda xwe piştevaniyê mezin dikin’ bidawî bû.   Berhemên jinan hatin firotin   Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar, hevşaredarên navçeyên Amedê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevli bûn. Jinan di standan de berhemên keda destê xwe firotin.   Di standan de, tekstîl, çente, panç, xwarinên gund, tirşî, rîçal, berhemên tibî aromatîk û xwarinên malê hatin firotin.   Mîhrîcan bi dawî bû   Hunermend Beser Şahîn piştî 30 salan şûnde yekem car li Amedê derket ser dîkê. Bi stranên Beser Şahîn mîhrîcan bidawî bû.