Ji gîtarê heta erbaneyê Atolyeyên Muzîkê ji bo zarokan 2026-11-03 13:41:04   AMED - Di perwerdeyên muzîkê de ku Serokatiya Daîreya Karên Çandî, Huner û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi Şaredariya Sûrê re li Navenda Dîjîtal a Kabiyê da destpêkirin, ji zarokan re dersên gîtar, pîyano, keman, erbane û tembûrê tên dayîn.   Serokatiya Daîreya Karên Çandî, Huner û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca zarokên li Kabiyê dijîn kursên muzîkê yên ku bi hevkariya Şaredariya Sûrê li Navenda Dîjîtal a Kabiyê ji bo zarokan hatine organîzekirin, dan destpêkirin. Di atolyeyê de ku zarokên li Kabiyê rûdinin beşdar dibin, di bin çavdêriya perwerdekaran de bikaranîna amûrên cuda yên muzîkê tê hînkirin.   Li pênc enstrumanên cuda perwerde tê dayîn   Di perwerdeyê de ku li gorî bernameya heftane tên meşandin, zarok derfetê dibînin ku enstrumanên ku bala wan dikişînin nas bikin. Di çarçoveya bernameyê de roja duşemê dersên gîtar, pîyano û kemanê; roja înê jî dersên erbane û tembûrê tên lidarxistin.   Zarok bi perwerdeyên pratîkî şiyanên xwe pêş dixin   Di dersên ku di bin çavdêriya perwerdekaran de tên meşandin, cî didin perwerdeyên pratîkî. Zarok dema ku hînî bikaranîna enstrumanan dibin, derfetê jî dibînin ku jêhatiniyên xwe yên lêxistinê pêş bixin.   Armanc ew e ku bi rêya atolyeyên muzîkê beşdarî pêşveçûna hunerî ya zarokan bibe, eleqeya wan a li hemberî muzîkê zêde bibe û derfet ji wan re bê dayîn ku şiyanên xwe keşf bikin.