Şikeftên Olya Şêxan ên li Çiyayê Gaberê li benda parastinê ne 2026-11-06 09:04:53   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Şikeftên Olya Şêxan yên di nav zinarên li Çiyayê Gabarê bilind dibin, şopa paşerojê heta îro anîne. Şikeftên bi heft katê ku zinar hatine kolandin û çêkirin balê dikşînin, yek ji şahidê herî girîng ên mîrateya çand û dîrokî ya Mezopotamyayê ne. Şikeft bi mudaxaleyan hatine texrîbkirin û li bendê parastinê ne.   Şikeftên Olya Şêxan ên li perva Çemê Ewîna yan nêzî gundê Zewê ya Basa a Şirnexê, bi odeyên xwe yên girêdayê hev, beşên fireh û mîmariya xwe pir kat balê dikşînin. Ev şikeft di nava gel de şikeftên 7 kat an jî Şikeftên Avahî tên zanîn. Olya Şêxanne tenê qadek jiyanê ya di nav zinaran de hatiye avakirinê ye û di heman demê de  têkiliya navbera bîr, bawerî û paşerojê de jî nîşan dide. Şikeft berê bi armanca perwerde û îbadetê hatiye çêkirin û bikaranîn û agahiyên zelal ku kengê di kîjan demê de hatine avakirin nayê zanîn.   Şopa dîrokê di bin siya texrîbatê de ye   Şikeftên ku xwedî paşerojeke hezar salî ne, ji ber serdanên bê kontrol  zirar dîtin. Li dîwaran nivîs hatine nivîsin, agir hatiye pêxistin. Di mijara parastina şikeftên ku wek qada sît a arkeolojîk a asta yekmîn hatiye tescîlkirin, pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Bi taybet di çarçoveya faliyetên lêgerîna petrolê ya li Gabarê de, riya navbera Zewê û Perevane hatiye çêkirin, di beşên binî yên şikeftan de rê li ber texrîbatan vekiriye û hinek beş di bin axê de mane.   Divê mîrateya dîrokî bê parastin   Çiyayê Gabar îro bi faliyetên petrolê ji nû ve teşe dibie û li aliyê din jî qadên dîrokî  hewce bi parastinê dibînin. Ji ber hebûnên xwezayî ji bo faliyetên aborî li plana dawî tên hiştin,ev ne tenê jiyana ekolojîk, mîrateya çandî ya herêmê jî tehdîd dike. Parastina şikeftên Olya Şêxan tê wateya parstina mîrateya dîrokî û bîrê.