'Mora Reş' Hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin 2026-11-07 11:09:11   AMED - Helbestvan û romanûsa Kurd Yildiz Çakar, ji DYA’yê xelateke taybet a navneteweyî werdigire. Berhema wê ya bi navê “Mora Reş”, di çarçoveya mîhrîcaneke ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bête lidarxistin de, hêjayî Xelata Taybet a Mansiyonê ya Navneteweyî hat dîtin.   Mîhrîcana ku ji aliyê Centro Integral de la Mujer Madre Tierra ve ji bo bîranîna helbestvana femînîst a navdar a Portorîkoyî Julia de Burgos tê organîzekirin, îsal bi rêya komîteya xwe ya hilbijartinê berhemên 100 helbestvanên ji seranserê cîhanê nirxandin. Piştî pêvajoyeke dirêj a nirxandinê, ji ber hêza helbestê ya wêjeyî ya ku sînorên erdnîgarî û çandî derbas dike, xelata “Bîranîna Taybet a Navneteweyî – Helbest, Bîranîn û Berxwedan” dan Yildiz Çakar.   Perspektîfa Kurdî û kûrahiya wêjeyî   Di nameyeke pîrozbahiyê de ku ji aliyê Rêvebera Mîhrîcana Arianne Bracho ve hatibû îmzekirin û ji helbestvan re hatibû şandin, bal hat kişandina ser hêza helbesta Çakar. Di metna xelatê de, organîzatorên festîvalê wiha anîn ziman:   “Em bi taybetî ji ber ku helbesta te bi bandoreke mezin behsa tundiya li dijî jinan, kuştina jinan, bîra kolektîf, axê, windahiyan û berxwedanê dike û perspektîfek Kurdî datîne holê, bandor bûn. Berhemên te ne tenê diyalogeke wêjeyî ya di navbera wêjeya Amerîka Latînî û Karayîbê de ava dikin, di heman demê de pêwendiyeke kûr bi temayên azadî, rûmet û jiyana jinan re ku di bingeha berhemên Julia Vive de cih digirin, datînin.”   Merasîma Xelatan dê li Philadelphia be   Merasîma xelatdayînê ya Mîhrîcana ku bi rêya helbestê temayên laş, nasname, bîranîn û berxwedanê tîne cem hev, dê di 13ê Mijdara 2026an de, roja Înê, li Navenda Çandî ya Taller Puertorriqueno ya li Philadelphiawere lidarxistin.   Yildiz Çakar a ku di kategoriya navneteweyî de beşdarî pêşbirkê bûye, dê bi rêya performanseke vîdyoyî ya taybet ku ji Amedê dê were şandin, tevlî merasîmê bibe. Ev xwendina helbestê ku tê de wêjeya Kurdî digihîje qada gerdûnî, dê wekî beşek ji bernameya sereke ya mîhrîcanê ji hezkiriyên huner û cîhana wêjeyê re li Amerîkayê were pêşkêşkirin. Her wiha tê plankirin ku berhemên xelatgiran hem di formata dîjîtal û hem jî di ya çapkirî de di antolojiya festîvalê de cih bigirin.