Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' wê li 10 bajarên Elmanyayê bê weşandin
- 09:23 6 Cotmeh 2023
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' ku qala fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê û têkoşîna şervanên azadiyê ya ji bo rizgariya xelk û Şengalê dike, wê di meha Cotmehê de li gelek bajarên Elmanyayê bê nîşandan.
Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' ji aliyê Produksiyona Nûjiyan ve hate çêkirin û Dersim Zerevan derhênerî jê re kir.
Fîlmê drama û dokumenterî, êş û azarên ku li Şengalê rû dan, şervanên azadiyê û dayikên berxwedêr nîşan dide.
Fîlmê ku ji 6 beşan pêk tê wê meha Cotmehê li 10 bajarên Elmanyayê bê nîşandan.
Derhênera Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' Dêrsim Zerevan ji ANF'ê re axivî.
Dêrsim Zerevan ê ji ANF'ê re axivî diyar kir ku fîlm behsa çîrok û serpêhatiya fermana 73'an a li Şengalê dike û got, "Fîlm rastiya şervan û siwariyên ku berê xwe dabûn Şengalê vedibêje."
Derhênera fîlm anî ziman ku fîlm di nava şert û mercên ku şopên fermanê hîn zindî bû hate amadekirin û got, "Ji bo em vê dîrokê ji hemû cîhanê bidin naskirin me biryar dan fîlm amade bikin. Koma me ji mirovên enternasyonal pêk dihat. Gelê me yê Şengalê, Rojava û şervanên wê her kes tevlî vî karî bûn."
Dêrsim Zerevan bi bîr xist ku 12 şervanên azadiyê ji bo pêşî li fermanê bigirin berê xwe dabûn Şengalê û got, di fîlm de qala çîroka şervanên azadiyê kirine.
Dersim Zerevan destnîşan kir ku ew weke koma fîlm serbilind in ku fîlmekî bi vî rengî amade kirine û pêşkêşî gel dikin.
Bernameya nîşandana fîlm a li Elmanyayê bi vî rengî ye:
Bernameya nîşandan fîlm
Stûttgart
Dem: 20.10.2023
Saet: 18:30
Cih: Siemensstrasse 150, 70469 Stuttgart - Feuerbach
Hambûrg
Dem: 09.10.2023
Saet: 20:00
Cih: Zeise Kinos
Friedensalle 7-9, 22765 Hamburg
Tubîngen
Dem: 06.10.2023
Saet: 18:15
Cih: Arsenal Kino
Hintere Grabenstrasse, 72070 Tubîngen
Heîdelberg
Dem: 21.10.2023
27.10.2023
Cih: Karlstor Kino
Marlene-Dietrich-Platz 3, 69126 Heidelberg
Maîchîngen
Dem: 27.10.2023
Saet: 18:30
Cih: Deutsch Kurdischer Kultur Verein
Berliner Strasse 20, 71069 Maichingen
Bensheîm
Dem: 08.10.2023
Saet: 17:00
Cih: Luxor-Filmpalast Bensheim
Berliner Ring 26, 64625 Bensheim
Leverkûsen
Dem: 23.11.2023
Saet: 19:00
Cih: Komunnales Kino im Forum
Am Buchelter Hof 9, 51373 Leverkusen
Dresden
Dem: 17.10.2023
Saet: 20:00
Cih: Zentralkino
Kraftwerk Mitte 16, 01067 Dresden
Berlîn
Dem: 09.10.2023
Saet: 17:30
Cih: Babylon
Rosa-Luxemburg-Strasse 30, 10178 Berlin
Saarbrucken
Dem: 15.10.2023
Saet: 12:00
Cih: Filmhaus
Mainzer Str. 8, 66111 Saarbrucken