Pirtûka Nagîhan Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket

  • 16:09 7 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
 
AMED - Rojnameger Nagîhan Akarsel li Silêmaniyeyê hatibû qetilkirin û pirtûka wê ya helbestan a bi navê “Nîsan” hate weşandin. 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama sûîqestekê de hatibû qetilkirin. Helbestên ku Nagîhan di dema xebatên Pirtûkxaneya Berhemên Jinên Kurd û Navenda Lêkolînê dimeşand nivîsandibû, weke pirtûk hate çapkirin. 
 
Pirtûk bi navê “Nîsan” ji hêla weşanên Jingehê ve hate çapkirin. Rojnameger Fatma Koçak û Bekîr Avci edîtoriya pirtûkê kirin û pirtûk ji 70 rûpelan pêk tê.