Pirtûka ewilî ya pirs û bersivan: Pirsên Rêzimana Kurmancî
- 09:02 16 Kanûn 2023
- Çand û Huner
Rojda Aydin- Zelal Tunç
WAN - Nivîskar Elîf Gemîcîoglu Yavîç e ku bi salane di qada zimanê kurdî dixebite, niha jî pirtûka ewilî ya pirs û bersivan a bi navê “Pirsên Rêzimana Kurmancî” çap kir. Elîf, anî ziman ku ji dapîra xwe sirûşê girtiye û got ku ger zimanê kurdî nebe ew civak jî tuneye.
Ligel êrişên li hember zimanê kurdî û bişaftinê jî xwedîderketinek mezin heye. Xwedîderketina ziman ku mezintir dibe, bi vê yekê re nivîsandin û çapkirina pirtûkên kurdî jî zêdetir dibin. Ji van kesan yek jî nivîskar Elîf Gemîcîoglu Yavîç e ku bi salane di qada zimanê kurdî dixebite û xebatên xwe pêş dixe. Elîf a ku di nava malbatê de zimanê xwe nas kir, bi vê hişmendiyê re eleqeyek mezin nîşanê nivîsandina kurdî da. Elîf ku xebatên cûr bi cûr dimeşîne, niha jî pirtûka ewilî ya pirs û bersivan a bi navê “Pirsên Rêzimana Kurmancî” çap kir. Di naveroka pirtûkê de pirsên ku bi kurdî hatine nivîsandin, di heman demê de dîsa bi kurdî hatiye bersivandin.
Elîf, ji ajansa me JINNEWS'ê re behsa pirtûka xwe kir.
Ji zarokatiyê heya niha eleqeya ji bo ziman
Elîf, anî ziman ku ew bi salan in di nava xebatên ziman de cih digire û got şansê wê yê herî mezin ew e ku ji zarokatiya xwe ve fêrê zimanê kurdî bûye û li ser zimanê kurdî sekiniye. Elîf, bi lêv kir ku dema ew zarok bûye li derdora wê kesên ku bi zimanekî din an jî tirkî biaxive tunebûye û diyar kir ku li Geverê bi tenê kurd dijiyan. Elîf, wiha domand: “Ji bo min şansekî bû ku heta dest bi dibistanê kirim bi zimanê kurdî mezin bûm. Dema ku dest bi dibistanê dikî cihanekî dinê nas dikî. Ji ber ku tu dema diçî dibistanê ewilî qedexeya ser ziman tê kirin. Ji ber vê yekê jî ji hindirê mirov bertekên xwezayî derdikevin holê. Dema ku bertek derdikeve ew bertek di pêşerojê de awayekî teşe digire. Berteka min jî hinekî bi zimanê dema ku me nikaribû xwe dibistanê de îfade bikin mamoste zimanê tirkî li ser me ferz dikir. Kurdî ji xwe qedexe bû. Dema ku te bi kurdî bianiya ziman tundiyê li mirov dikirin. Ji ber vê yekê ev yek di bin de vegûherî bertekê û zimanê kurdî zêdetir bandorê li ser min kir û ber bi ziman ve çûm. Hezkirina ziman zêdetir di min de çêbû. Şansekê min hebû ku dapîra min li malê bû û ez jî bi piranî bi wê re bûm. Dapîra min li ser ziman gelek têr û tijî bû. Dema li ser jêhatiya yekî nêrîba di demê de çarînek ser de digo û bandor li min dikir. Dayîkên me her tim tiştên xweber ango xwezayî derdiketin diafirandin. Ji ber vê yekê eleqeya min a ziman zêdetir bû. Heya ku ez mezin bûm di qadên ziman de xebitîm. Di sala 2004’an de li Wanê qûrsên ziman vebûn. Bi awayek fermî qûrsa zimanê kurdî dihat dayîn. Wê demê min zanîngeh dixwend û diçûm qûrsê. Ji wê rojê heya niha çixwasî saziyên ziman vebûne de di bin banê wan de xebitim.”
Ji dapîra xwe sirûşê girt
Elîf, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser pirtûka xwe ya “Pirsên Rêzimana Kurmancî” ku nû hat weşand kir. Elîf, diyar kir ku ew dema di saziya çandê ya Akademiya Nûdayê de dixebitî di heman demê de saziya zimanê kurdî de dixebitî û perwerdê dida. Elîf, diyar kir ku ji zarokatiya xwe heta niha gramerê tim bala wê kişandiye û wiha axivî: “Her çixwasî me bi salan pirtûk û perwerdehiyên tirkî dîtibin, her çixwasî me kurdî nexwendibe jî me kurdî dijiya. Di jiyana me de kurdî hertim hebû. Ji bo wê ferqa di navbera herdu zimanan de zû derkete holê. Ev yek bala min dikişand. Min beşa îngîlîzî jî xwendibû. Min dît ku zimanê kurdî û îngîlîzî çixwasî nêzî hevdû ne. Di heman demê de herdu jî di bin banê malbatên hîn ewropîyî de cih digirin. Wergera wê jî pir hêsan bû. Dema ku min nêrî navbera zimanê kurdî û tirkî de çixwasî ferqek mezin heye. Min xwest dewlemendiya zimanê kurdî wek jinekî bidim nîşandan. Min jî xwest ku destê xwe bikim bin kevir. 10 salan zêdetir li ser ziman û piranî jî dersên gramerê ketim. Ji ber ku min ji gramerê fêm dikir. Ji bo ezmûnan min pirsan amade dikir. Hevalekî demekê ji min re got tu dikarî van bi awayekî binivîsî jî. Min jê fêm kir, jê hez kir. Min dixwest tiştên ku ez di dersê de didim, bi awayek şênber derbikeve holê. Min xwest ku kesên xwendevan û ziman hez jê feydê bibînin, an jî ew jî tiştekî li ser zêde bikin. Divê qadê de jin gelek jêhatîne. Ger ku ez îro dinivîsim bingeha wê ji dayik û dapîra xwe digirim. Ez niha li ser lorikên zarokan jî xebatek dimeşînim. Dema ku dayikên me zarokan di dergûşê de dihejandin lorikan digotin ger ku kur an jî keç bûya bi di lorikên xwe de bi zayendê ew diyar dikirin. Tiştên ku em îro dikin ji wan hildaye, em bi awayekî şênber ji bo winda nebe dinivîsin.”
‘Di vê qadê de jin dimeşin û pêşî lê nayê girtin’
Elîf, da zanîn ku pirtûka wê nêzî mehekê ye ji weşanxaneya Sîtavê derketiye û got pirtûka wê nû belav dibe. Elîf, da xuyakirin ku naveroka pirtûkê bi tenê pirs û bersivên rêzimana kurmancî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dixwazin di pêşerojê de vê berdewam bikim. Ger ku derfet hebin ez ê bi tenê vê re sînordar nebînim. Ji ber ku tenê gramer na, her qadên wêjeya kurdî û zimanê kurdî bala min dikişîne. Biyografiyên jinan û wêjeya devkî gelek bala min dikişîne. Wêjeya devkî ji xwe afrînera wê jin e. Dema ku mirov dîrokê dinêre piranî ji Rojhilata Navîn derfetên xwendinê gelek kêm dane jinan, an jî qet nedane. Her çixwasî pêşiya wê hatiye astengkirin jî afrîneriya jinê di hindir de nemaye. Di dema her karê jiyanê kiriye de gotiye. Bi vê yekê re di xwe de dîrokê jî veşartine. Dema şer, ceng, hesret û evîna dil gotine. Kêm hatine nivîsîn, an jî qet nehatine nivîsîn. Îro derfet çêbûne ku vê qadê de jin jî cihê xwe digirin. Her çixwasî ew astengî sedî sed li pêşiya jinê nerabe jî jin ne bendê ye ku ew rabibe. Jin bi xwe wê astengiyê radike. Di vê qadê de jin dimeşin û pêşî lê nayê girtin. Pirtûkan pirsan a ewilî heta niha min nivîsiye.”
‘Ziman tunebe, em tunene’
Elîf, di axaftina xwe de bal kişand ser parastina ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çi dibe bila bibe divê xwedî li ziman derkevin. Dema ku ziman ji holê rabû gel nîvcoyî dibe. Di her qada jiyanê de pêywir dikeve ser milên hemû kesî. Ziman tunebe, em tunene.”