Çanda ku dixwazin li pişt camekanan bihêlin
- 09:03 20 Kanûn 2023
- Çand û Huner
Rojda Aydin
AGIRÎ - Desthilatdariya ku bi polîtîkayên bişaftinê çanda kurdewar tune dike, li pişt camekanan jî wekî “xemlekî” pêşkeşî civakê dikin. Mûzexaneye Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê mînakek e û dixwazin çanda kurdewar li pişt camekanan bihêlin.
Çand û huner di nav xwe de gelek wateyan dihewîne. Kurd bi wêje, muzîk, folklor û hûnera xwe xwedî li çandeke dewlemend e. Dema mirov demên berê dinêre û dibîne ku di nava civakê de xwedîderketina li jiyana kurdewarî çiqasî girîng e. Ji muzîkê bigire, heta govendê, ji govendê heta dengbêjiyê, ji dengbêjiyê heta wêjeyê, ji wêjeyê heta cil û bergan dewlemendiyek û xwedîderketinek heye. Kal û pîrên me ligel her cure bişaftinê heta îro xwedî li vê çandê derketine.
Kesên ku berê wan dikeve Bazîda Agiriyê diçin serdana Mûzexaneye Ehmedê Xanî. Li vir çanda jiyana kurdan beş bi beş hatiye pêşkeşkirin. Lê belê li vir tişta herî balkêş jî çanda ku bi bişaftinê re rûbirû maye li pişt wê camekanê weke “xemlekî” hatine bi cih kirin û nîşanî civakê didin.
Kevneşopiyeke dewlemend
Kurd xwedî li kevneşopiyeke folklorîk a dewlemend e ku ji ber nûjenbûn, bajarîbûn û çewisandina çandî her ku diçe dikeve xeterê. Di demên dawiyê de polîtîkayên bişaftinê ya li ser çanda kurd her ku diçe zêde dibe û ev yek veguheriye çandkujiyê. Li hember vê bişaftinê her çiqasî serî rakirin û berxwedanek hebe jî, di heman demê de li aliyekî ve jî xwebişaftinekî jî heye. Êdî rewşeke sosrete ku kurd bi xwe çavên xwe ji hin guherînên çandê re girtine. Ji ber ku her guhertinek ji bo wan veguheriye rewşeke ji rêzê. Niha gelek kurd qirkirina çanda xwe ji rêzê dibînin. Gelê ku vê yekê baş nabînin qels nêzî rewşa xeter dibin.
Bişaftina cil û bergan
Çand û ziman a ku civakê ava dike, îro ev civak ji ber polîtîkayên bişaftin û guhertinan çanda xwe dikuje û bi çanda ku desthilatdar dixwaze dijî. Di dîrok û çanda berê de mirov dibîne ku muzîka kurdî bi dengbêjiyê çawa êş, xweşî û şahî hatiye ziman. Di dawetên berê de kurd bi çanda xwe û bi stranên xwe pîrozbahiyên xwe dikirin. Elbet îro ev yek hîn heye û qels be jî xwe diparêze. Li xwekirina cih û bergên kurdewarî yên di dawetan de êdî wekî berê nemaye. Ev yek jî parçeke bişaftin û çandkujiyê ye. Çend polîtîkayên bişaftinê ya li ser cil û bergan berdewam dike jî li pişt camekanên Mûzexaneye Ehmedê Xanî jî pêşengeha cih û bergan li pêş e.
‘Xemla’ li pişt camekanan
Ger çand tune bibe dê civaka kurd jî tunebe. Desthiltdariya ku çanda kurdan qedexe dike, li gor xwe dixwaze vê çandê teşe bike û pêşkeşê gel bike. Desthilatdarê ku li Kurdistanê her cûre êrişên meşandiye, di heman demê de jî heman çandê li pişt camekanan jî dihêle. Dema ku em diçin Mûzexaneye Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê, dibînin ku ew jiyan û çanda kurdewarî çawa li pişt camekanên hatiye hiştin. Dema dikevin hundirê mûzaxaneyê ji Mem û Zînê bigirin, heta her parçeyek girîng a jiyana kurdan nîşan dide li pişt wê camekanê weke “xemlekî” hatine bicihkirin. Mûzexaneya ku ji serî heta binî bi çanda kurdan hatiye amadekirin, mirov bişaftina li hemberî çand û jiyana kurd jî dikare li vir bi rehetî bibîne. Çanda kurdewariyê ku îro di bin xetereya tunebûnê de ye, gelek tûrîst û welatiyên ji bajaran tên serdana vê mûzexaneyê. Her çixwasî ev mûzexane wek “Bîranîna çanda kurdewariyê” bê binavkirin jî di rastiya xwe de bişaftineke li ser çandê ye. Dema ku ez vê mûzexaneyê digeriyam tişta ku hat bîra min ew e ku, desthilatdar dixwaze ev çanda kurdewariyê li pişt camexanan bihêle.
Xwedîderketina li çanda kurdewarî
Ji ber vê yekê tişta ku îro dikeve ser milê me kurdan xwedîderketina li çandê ye. Ji ber ku ger çanda me tunebibe wê demê ew civak jî bi xwe re dê tune bibe. Ji ber ku çand û civak girêdayî hevdû ne û ev herdu hevdû diafirînin. Elbet em nabêjin ku bişaftina desthilatdariyê bi ser ketiye. Ji ber ku ev çand îro hîn di encama xwedîderketin û têkoşînê de li ser piyan maye. Tişta ku dikeve ser milê me li hemberî bişaftinê zêdetir xwedî li çanda xwe derkevin û bidin jiyîn.