Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha çileyê aşkere kir
- 13:54 29 Kanûn 2023
- Çand û Huner
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê ya sala nû eşkere kir. Dê vê mehê 6 lîstikên mevan jî pêşkeşî şanohezan bên kirin.
Şanoya Bajêr a Amedê, li ser hesabên xwe yên dîjîtal bernameya xwe ya meha çileyê aşkere kir. Li gor bernameyê 6 lîstikên mêvan ku di nava wan de lîstikeke zarokan jî hene, dê li dika Şanoya Bajêr a Amedê pêşkeşî şanohezan bên kirin.
Bernameya meha çileye wiha ye:
"* 5-6’ê çileyê: Mirina Jeanne D’arce Ya Din (Şanoya Bajêr a Amedê)
* 12-13’ê çileyê: Çinûr (Teatra Ba-Mêvan)
* 14’ê çileyê: Gonulsuz Gonul Doktorû (Bijîşkê Dil ê Nejidil) - ( Amed Esemble - Mêvan)
* 18’ê çileyê: Morî (Mask Tiyatro-Mêvan)
* 19-20’ê çileyê: Dek û Dolabên Scapen (Şanoya Bajêr a Amedê)
* 21’ê çileyê: Ceyran (Teatroger-Mêvan)
* 24’ê çileyê: Vemremerdim (Lîstika Zarokan) – (Navenda Hunerê ya Zarokan-Mêvan)
* 26-27’ê çileyê: Qral û Travis (Şano Ar-Mêvan)"