Ziman jî hatiye tecrîdkirin

  • 09:02 6 Çile 2024
  • Çand û Huner
 
Rojda Aydin
 
WAN - Rêvebera Arsîsayê Nazîme Avras, derbarê êriş û qedexeyên li ser ziman de axivî û diyar kir li hemberî ziman jî tecrîdek heye û got: "Em ê xwedî li xwe, ziman û çanda xwe derkevin. Zimanê xwe bikin zimanê rojane.” 
 
Êriş û qedexeyên desthilatdariyê ya li ser zimanê kurdî roj bi roj zêdetir dibe. Zimanê ku di dibistanan de qedexeye, di meclîsê de jî wek zimanê biyanî angot wek “X” tê pênasekirin. Ligel hemû astengiyan xwedîderketinek mezin ku heye. Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hûnerê (Arsîsa) Nazîme Avras, êriş û qedexeyên li ser zimanê kurdî ji ajansa me JINNEWS'ê re nirxand.
 
‘Zimanê kurdî xwedî dewlemendiyek mezin e’
 
Nazîme, anî ziman ku qedexeya zimanê kurdî ne tiştek ne ji rêzê ye û got desthilatdar bi zanebûn ev qedexe li ser zimanê kurdî dimeşîne. Nazîme, destnîşan kir ku tê armanckirin ku nirxên Gelê Kurd bên windakirin û wiha domand: “Dema Komara Tirkiyeyê hat damezrandin yekemîn bi qedexeya zimanê kurdî, cil û bergên kurdî pêş xist. Roja ev deriyê Anatolyayê ji tirkan re hat vekirin, ji dewleta Osmaniyê bigire heta îro roj bi roj qedexeyên xwe mezintir kir. Gelê Kurd li hemberî vê yekê sekinî û hewl da zimanê xwe bikar bîne. Ji bo çar parçeyê Kurdistanê bibe yek û bibe yek welat têkoşîn da. Lê belê desthilatdariya tirk roj bi roj qedexeyên xwe mezin dike, zimanê kurdî nas nake. Zimanê kurdî ew qas berfireh, dewlemend di nava hemû zimanê cihanê de di rêzeya 8’an de ye. Rastî jî ev tiştekî pîroz e. Zimanê kurdî xwedî dewlemendiyeke mezin e."
 
‘Nikarin vê zimanê ji holê rakin’
 
Nazîme, bi lêv kir ku Gelê Kurd gelê vê xakê ne û wiha pê de çû: “Em ji tu cihekî nehatine vî welatî. Em ne koçber in. Em nişteciyê welatê xwe ne. Em nişteciyê Kurdistanê ne. Em kurd in û zimanê me kurdî ye. Lê îro Komara Tirk destê xwe daniye li ser her nirxên me. Îro ji bo nirxên Gelê Kurd Şêx Seîd, Seyît Riz ku hîn jî gorên wan ne diyar in, bi nirxên me dilêyzin. Henekên xwe bi nirxên me dikin. Em hemû bi zanebûn tên kirin. Dayikekê ku ala Kurdistana Başûr parve kir, dozgeriyê bang lê kir. Wek ceza biryar hat dayîn ku ala tirkan parve bike. Ev hemû bi tena serê xwe pirsgirêk in. Ji ber ku rengekî tenê dixwazin. Divê Gelê Kurd jî li hemberê vê yekê bisekinin û şiyar bin, agahdar bin. Divê em baş zanibin ku ev qedexe ji bo çi tên kirin. Îro hunermendên ku stranên kurdî gotine hatine kuştin, girtin û ceza li wan hatine birîn. Ji ber vê yekê jî divê em zimanê xwe roj bi roj xûrtir bikin. Em di her qadê de bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Zimanê me ji xwe netew e. Dewleta Tirk nikare vê zimanê ji holê rabike.”
 
‘Em ê lorik û stranên xwe bi kurdî bêjin’
 
Nazîme, bal kişand qedexeya li ser zimanê kurdî ya di meclîsê de û diyar kir ku çawa hemû ziman tê axaftin, maf heye ku bi zimanê kurdî jî bê axaftin. Nazîme, destnîşan kir ku ew çend caran qedexe daynin ser jî nikarin vîna wan û zimanê wan qedexe bikin û wiha axivî: “Em ê her tim bînin ziman ku em kurd in û em ê kurdî biaxivin. Em ê lorik û stranên xwe bi kurdî bêjin. Em jî qedexeyên wan nasnakin. Ew çiqasî zimanê me wek zimanê nayî nasîn pênase bikin jî em ê di axaftina bi kurdî de bi israr bin. Kesên ku ziman û çanda me nas neke, em jî wan nasnakin. Divê em wek Gelê Kurd di her hêlê de şênber bin. Divê parlamenterên me di meclîsê de vê bînin ziman. Ger ku zimanê me ji bo wan biyanî be, zimanê wan jî ji bo me biyanî ye. Divê em sekna xwe diyar bikin. Em li hemberî tu zimanan nînin. Divê em herdu zimanan bidin ligel hevdû û lê binêrin. Zimanekî ku ji çar peyvên biyanî kom kirine anîne ligel hevdû kirine ziman, bûye dewlet. Lê îro 80 mîlyon kurd zimanê xwe û welatê xwe qedexe ye."
 
Berteka gûhertina navê dibistanê
 
Nazîme, bal kişand li ser Belenbaşi ya Bûcayê ku navê dibistanekî hat guhertin û navê “Esat Oktay Yildira” ku hatibû dayîn wek “Bi zinabûn” pênase kir. Nazîme, bi lêv kir ku ji ber pêvajo hişk derbas dibe û zimanê kurdî cihê xwe dibîne û ji ber vê yekê wisa nêz dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî ku tê di zindanan Amedê de gelek kes ji ber zanîn Esat Oktay bi îşkenceyê re rû bi rû man, jiyana xwe ji dest dan. Zihniyeta Esat Oktay zihiyeta dewletê ye. Esat Oktay li ser dewletê kar kir. Bi vê hişmendiyê re navê dibistanekî danîn Esat Oktay Yildiran. Ev nayê qebûl kirin û milê heqîqî nîne. Ji ber ku di wê dibistanê de zarokên kurd jî perwerdehiyê dibînin. Divê gelê me hişyar be. Bizanibe ku Esat Oktay kî ye. Divê dewletê êdî vê zihniyeta xwe ya li hember kurdan biguherîne. Dê heta kengî ev şer hebe. Dewleta Tirk ji hebûna kurdan ew qas nifretê dike hemû êrİşên xwe dimeşîne. Çi dikin bila bikin, lê kurd hene.”
 
‘Tecrît li ser ziman jî heye’
 
Nazîme, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Her çiqasî tecrîdek li ser ziman hebe jî em parastina zimanê xwe dikin û diaxivin. Ev tecrît netewî ye. Li ser Birêz Ocalan û li ser tevahî Gelê Kurd e. Tecrît berfireh e. Banga min ji gelê me ew e ku li xwe, ziman û çanda xwe xwedîderkevin. Em zimanê xwe pêşbixin. Zimanê xwe bikin zimanê rojane.”