Dê şahiya Hîlerê veguherînin Mîhrîcanê
- 09:31 21 Cotmeh 2024
- Çand û Huner
Pelşin Çetinkaya
AMED - Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar der barê Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê ku cara ewil tê lidarxistin de axivî û diyar kir ku ji ber ku ev der cihê ku keda jinan cara ewil lê derketiye pêş wan tercîh kiriye û ew ê sala bê jî li şûna şahiyê mîhrîcanê li dar bixin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên ji bo jiholêrakirina ziyanên ku ji aliyê qeyûmên li Kurdistanê ve hatine kirin berdewam dike. Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Erxenî ya navçeya Amedê ye.
Şaredariya Erxenî di dawiya hefteyê de bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED), Sanatça û Rêxistina ÎVAyê Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê li dar xist. Gel eleqeyeke mezin nîşanî şahiyê da ku tê de panel, xwarinên herêmî, pêşandanên bi cil û bergên neteweyî, gera cihên dîrokî û konser hatin lidarxistin. Çalakiya ku îsal wekî mîhrîcanek hat lidarxistin, wê sala bê veguhere mihrîcanê û wê her sal bê lidarxistin.
Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Ayar der barê şahiya ku di 19-20'ê Cotmehê de hatiye lidarxistin de nirxandin kir.
Kavilên qeyûm tên paqijkirin
Bîrsenê diyar kir ku piştî desteserkirina şaredariyan ji aliyê qeyûman ve, bi texrîbateke mezin re rû bi rû mane û destnîşan kir ku wan ji gel re soza sererastkirina van texrîbatan dane. Bîrsen, anî ziman ku wan di vê çarçoveyê de ev şahî li dar xistiye û got, “Weke ku tê zanîn em di 31’ê Adarê de çûn hilbijartinên herêmî. Di vê hilbijartinê de me Şaredariya Erganiyê ji qeyûm girt. Weke her şaredariyê, em li şaredariya xwe jî bi taxrîbatên qeyûm re rû bi rû man. Texrîbata ewil a qeyûm li dijî jinan, çanda me û ciwanên me bû. Em niha di xebatên vekirina qadên girtî yên di warê jin, ciwan û çandê de ne. Sedema ku qeyûm pêşî qadên jinan desteser kirin ew e ku em dizanin li cihê ku qada jinê hebe, desthilatdarî li paş e û li cihê ku hêz hebe, desthilatdarî li paş dimîne. Ji ber vê yekê jî hedefa yekem a qeyûman jin bû. Ji roja ewil em hatin me soz da gelê xwe, 'Karê me yê ewil bû vekirina saziyên ku ji aliyê qeymûman ve hatine girtin bû.' Me di Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê de bi taybetî keda jinan derxist pêş. Em ê her sal vê yekê dubare bikin. "Yek ji armanca şahiya me ew e ku bi rastî gastronomî û keda jinan derbixe pêş."
Şahî li cihê ku keda jinan lê zêde ye hat lidarxistin
Bîrsenê, anî ziman ku wan bi taybetî ji bo şahiyê Hilar hilbijart, ji ber ku ev der cihê keda jinê lê hatiye dîtinê ye û wiha got: “Dîroka Hîlarê digihêje 10 hezar salan. Li vir avabûn pêk hatiye û cara yekê keda jinê lê hatiye dîtinê ye. Ji ber vê yekê me ev der hilbijart. Me ev der bi taybetî hilbijart da ku em hem di warê çandî û hem jî dîrokî de li paş xwe binerin, ji dîroka xwe dersan bigirin û ber bi pêşeroja xwe ve gavên xurt bavêjin. Eger em li dîrokê binerin, Hilar xwedî bermahiyên 10 hezar sal e. Herwiha, kolandin hîna jî li deverên paş berdewam in da ku vê çandê derxin pêş."
'Eleqeya gel a ji bo şahiyê zêde bû'
Bîrsenê diyar kir ku welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî şahiyê dan û ew ê her sal li şûna şahiyê weke mîhrîcanê bidomînin û wiha dewam kir: “Me ji bo şahiyê 2 roj dem veqetand. Me di roja ewil de ji bo balkişandina li ser gastronomî, keda jinan, qirkirina li ser çand, ziman û dîroka me panelek li dar xit. Di roja duyemîn de Çiyayê Makam heye. Dêra me ya Meryem jî li wir heye. Dîsa weke gava yekem a ber bi dîrokê ve, me pêşandana kincên xwe kir ku çandê nîşan bide û piştre çanda xwe bi ciwanên xwe bidin nasîn. Paşê tiriyê Şirê yê herêma Erxeniyê li ber destê me ye. Me ew jî bi gelê xwe da tamkirin. Paşê me konserek wek fînalê saz kir. Eleqeya welatiyan ji şahiyê re gelek baş bû. Mirov bi fikrên cidî yên baş hatin cem me. Ji me pirsîn, 'Gelo wê dewama vê hebe?' me jî got em ê her sal vê wekî Mîhrîcan li şûna şahiyê li dar bixin."