Di hezaza li Etîyopyayê de herî kêm 146 kes mirin 2024-07-23 14:52:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmeke Eyaleta Herêmî ya Başûrê Etîyopyayê, roja duşemê piştî baranê hezaz çêbû û herî kêm 146 kes jiyana xwe ji dest dan.   Midûrê têkîliyên bi Gel re ya Herêma Îdarî ya Gofayê, Habtamu Fetena daxuyanî da û got: “96 mêr û 50 jin di nav de, bi giştî 146 cenaze hatin dîtin û xebatên lêgerînên hîna dewam dikin. Dibe ku hejmara miriyan, zêdetir bibe.”