Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Maria Corinayê 2025-10-10 14:32:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Maria Corina Machado ya bi muxalefeta Venezuelayê derdikeve pêş ji ber “Ji bo welatê wê ber bi aştiyê, wekheviyê û demokrasiyê ve biçe têkoşiyaye” hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2025’an hat dîtin.   Komîteya Nobelê ya Norwêcê da zanîn ku Maria Corina Machado ji ber hewldanên xwe yên ku “Li welatê xwe ji bo derbasbûna aştî, wekhevî û bi demokrasiyê têkoşiyaye”” hêjayî xelatê hatiye dîtin. Serokê Komîteyê Jørgen Watne Frydnes li Osloyê di merasîmê de daxuyanî da û wiha got: “Maria Corina Machado salên dawî yek ji mînakên herî balkêş ên wêrekiya sivîl a li Latîn Amerîkayê ye.”   Jørgen Watne Frydnes got ku kir ku Maria Corina Machado bi ser xist ku partiyên muxalefetê yên demeke dirêj parçe bûbûn, li dora daxwaza hikûmeteke temsîlî û hilbijartinên azad gihand hev.   Maria Corina Machado bi “têkoşîna xwe ya aştiyane” ya li Venezuelayê li hemberî zext, xizanî û koça girseyî meşand, li nava raya giştî ya navneteweyî piştgiriyeke xurt wergirtibû.   Maria Corino Machado kî ye?   Maria Corina Machado, di tevgera demokrasiyê ya li Venezuelayê de xwedî muxalefeteke diyarde ye. Di sala 1967’an de li paytexta Venezuela ji dayik bû, berî bikeve nava xebatên siyasî perwerdeya endezyariya endustrî girt. Di sala sala 2002’yan de ji bo piştgiriya mafên siyasî û şopandina hilbijartinan komeke bi navê Súmate damezirand. Maria Corina Machado, beşdarî pêş hilbijartinên mixalefetê yên sala borî bû û ji sedî 90 deng wergirt, bi îdiaya di beyannameya mal de hinek xalan diyar nekirine, namzetiya wê hate astengkirin.