Amerîka û Îsraîl êrişî Îranê kirin 2026-02-28 12:29:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Amerîka û Îsraîl êrişê Îranê kirin. Li gorî çavkaniyên fermî yên Îranê, teqînên ku bi taybetî li paytext Tahranê û hin deverên din çêbûn, bûne sedema windahiya can û xesarên girîng ên madî.   Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz,  ragihand ku Îsraîlê li dijî Îranê êrişên tevdîrgirtinê dane destpêkirin. Her wiha Serokê DYA'yê Donald Trump îro sibehê ragihand ku DYA'yê di êrişên mûşekî yên Îsraîlê yên li dijî Îranê de beşdar e. Trump got: "Berî demeke kurt, DYA operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî Îranê da destpêkirin. Armanca me ew e ku em bi rakirina gefên rejîma Îranê gelê Amerîkî biparêzin. Em ê mûşekên Îranê ji holê rakin."   Rayedarên Îranê ragihandin ku êrîş bi giranî li derdora baregehên leşkerî û cihên stratejîk pêk hatine. Piştî teqînan, tîmên alîkariya acîl û parastinê ji bo cihên bûyeran hatine şandin. Li Tahranê, piştî teqînên tund li hin navçeyan qutbûnên elektrîkê qewimîne. Hate ragihandin ku pencereyên gelek avahiyan şikestin, li hin mal û avahiyan zirarên mezin çêbûne û hin erebeyan jî zirar dîtin. Medyaya herêmî got ku li hin cihên nêzîkî navendên teqînê agir derket û tîmên agirkujiyê heta sibehê li ser kontrolkirina wan xebitîn. Hate destnîşan kirin ku di encama êrişan de hind avahiyên hedef hatine girtin hilweşiyan e.   Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku nexweşxaneyan rewşa awarte îlan kirine û beşên acîl ji bo qebûlkirina birîndaran hatine amadekirin. Li gorî şahidên bûyerê, piştî teqînan tevgerek mezin a ambûlansan çêbûye û hin rê ji ber sedemên ewlehiyê hatine girtin. Di warê aborî de jî, hate diyarkirin ku êrîşan bandorek sînordar lê girîng li ser hin binyadên bingehîn hiştine. Di xetên enerjiyê û torên ragihandinê de qutbûnên demkî qewimîne û di hin tesîsên pîşesaziyê de hilberîn bi demkî rawestiyaye. Pisporan dibêjin ku asta rast a zirara aborî hîn nehatiye hesibandin, lê belavbûna nezelaliyê li bazaran hate dîtin.   Pisporan her weha bal kişandin ser bandora psîkolojîk a êrîşan. Li Tahranê hin dibistan û sazîyên fermî ji ber fikarên ewlehiyê bi demkî hatin girtin û di nav gel de tirs û fikarên li ser êrîşên nû zêde bûn.