Li Parîsê di çalakiyên lîseyan de bi giştî hezar û 260 kes hatin binçavkirin 2026-10-16 11:44:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Gerînendeya Emniyeta Parîsê, ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên lîseyan ve hezar û 260 kes hatine binçavkirin. Hat diyar kirin ku ji sedî 86’ê van kesan zarok in.   Gerînendeya Emniyeta Parîsê, da xuyakirin ku di dema xwepêşandanan de 286 polîs û cendirme û 13 karmendên Wezareta Perwerdeyê birîndar bûne. Hat ragihandin ku tenê roja Sêşemê 71 karmendên ewlehiyê birîndar bûne.   Xwepêşandan li bajarên wekî Bordeaux, Lille û Aubervilliersê jî berdewam kirin. Karmendên Lîseya Paul-Éluard a li Saint-Denisê, bertek nîşanî polîsan dan ku ji bo binçavkirina xwendekarekî ketibûn nav dibistanê.   Gerînendeyên lîseyan jî bi çalakiyek nerazîbûna xwe nîşan dan. Di vê çalakiyê de wan tenê bi karên lezgîn re eleqedar bûn.   Hikûmeta Fransayê li bendê ye ku bi bêhnvedana dibistanan re xwepêşandan kêm bibin. Lê belê rêxistinên xwendakaran ragihandin ku dê çalakî di dema bêhnvedanê de û piştî vekirina dibistanan jî berdewam bikin.   Sendîkayên xwendakaran, diyar kirin ku di hevdîtinên bi Wezîrê Perwerdeyê Édouard Geffray re encam negirtine. Ji ber vê yekê wan ragihand ku ew dixwazin ji niha û pê ve rasterast bi Serokwezîrtiyê re bicivin.   Wezîrê Karûbarên Navxweyî Laurent Nuñez, eşkere kir ku ji bo 17’ê Cotmehê roja Şemiyê li seranserê welat 87 meş hatine ragihandin û herî kêm 250 çalakî hatine plankirin.   Wezîr Laurent Nuñez, got ku ew bi taybetî ji bo bajarên weke Bordeaux û Toulouseê fikara bûyerên tundiyê çêbibin, dikin. Laurent Nuñez, diyar kir ger hewce bike, hêzên ewlehiyê dikarin bombeyên dengan bi kar bînin.   Rêxistinên xwendakaran jî banga xwe nû kirin ku di 17’ê Cotmehê de beşdarî xwepêşandanên ku dê bi komên din ên civakî re werin lidarxistin bibin.