UNESCO: Di cînayetên rojnamevanan de bêcezatî ji sala 2012’an ve cara ewilî zêde bû 2026-11-02 14:14:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora UNESCO’yê, di cînayetên rojnamevanan de rêjeya bêcezatiyê di sala 2025’an de yek pile zêde bû û gihişte 86’an. Di salên 2024 û 2025’an de li seranserî cîhanê 189 rojnamevan, xebatkarên medyayê û medyaya dîjîtal hatine kuştin.   Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hişyarî da ku di cînayetên rojnamevanan de bêcezatî car din zêde bûye. Di çarçoveya Roja Navneteweyî de ku ji bo bidawîkirina bêcezatiya di sûcên li hemberî rojnamevanan de hatiye îlankirin, roja duşemê rapor hate weşandin û hate diyarkirin ku di cînayetan de rêjeya bêcezatiya kûreyî sala 2025’an gihiştiye sedî 86’an.   Rêje ji sala 2012’an û vir ve cara ewilî zêde bûye. Rêjeya sala 2012’an ji sedî 95’an, sala 2024’an heta sedî 85’an daketibû. Alîkara Dîrektora Giştî ya UNESCO’yê Mariya Gabriel diyar kir ku bi taybetî li herêmên şer pêvajoyên lêpirsîn û darazê yên ji bo cînayetên rojnamevanan, têrker nînin.   Li gorî rapora ku her du salan carekê tê weşandin, di salên 2024 û 2025’an de 189 rojnamevan, xebatkarên medyayê û medyaya dîjîtal hatine kuştin.   UNESCO’yê diyar kir ku sala 2025’an herî zêde rojnamevan li Fîlîstînê hatine kuştin. Di raporê de hate diyarkirin ku li Fîlîstînê herî kêm 32 rojnamevan hatine kuştin.