Li Efganistanê zarok li derveyî sîstema perwerdehiyê dimînin 2026-11-05 14:04:04   NAVENDA NÛÇEYAN -Rapora hevpar a rêxistinên UNICEF û UNESCO tekez kir ku ji sedî 53 zarokên Efganistanê ji perwerdehiya fermî bêpar in û hişyarî da ku ji ber astengiyên li ser keçan û mezinbûna nifûsê, zextên li ser qadê zêdetir dibin.   Bi milyonan zarok li Efganistanê taybetî keç, rûbirûyî krîzeke kûr a perwerdehiyê dibin ku wan ji mafê xwendinê bêpar dike. Ev diyarde ji ber hejariya zêde, qedexeyên tund û nebûna binesaziyê rûbirû zêde dibe. Ev yek jî paşeroja nifşekî tevahî dixîne xetereyê.   Rêxistinên UNICEF û UNESCO'yê di raporeke hevpar de ragihandin ku ji sedî 53'yê zarokên di temenê xwendinê de li Efganistanê ji sîstema perwerdehiya fermî bêpar man e.   Raporê bal kişand ser ku qada perwerdehiyê li wir rûbirûyî zextên zêdetir dibe ku ji ber zêdebûna bilez a nifûsê çêdibin, ku hejmara zarokên di temenê xwendinê de ji 10.4 milyonî di sala 2019'an de derket e 11.5 milyonî di sala 2024'an de.   Rapora hevpar diyar kir ku berdewamiya astengiyên li ser perwerdehiya keçan, ligel vegera malbatên koçber bo welat, hewcedariya berfirehkirina kapasîteya saziyên heyî û avakirina dibistanên nû duqat dike, taybetî li herêmên ku pêşwaziya vegeriyayan dikin û derfetên wan ên herêmî sînordar in.   Di warê perwerdehiya bilind de, daneyan destnîşan kir ku hejmara kesên li zanîngeh û saziyên perwerdehiya bilind hatine qeydkirin di sala 2026'an de derket e nêzî 208 hezar xwendekarî, li hember 189 hezarî di sala 2024'an de. Tevî vê başbûnê jî ev hejmar hê ji nîvê asta xwe ya sala 2020'an kêmtir e, ku wê demê gihîştibû nêzî 430 hezar xwendekarî.   Raporê ronî kir ku astengiyên li ser tevlîbûna keçan di perwerdehiya bilind de bûne sedema kêmbûna hejmara qeydkiriyan û zêdebûna di du salên dawî de nekariye şûna wê kêmbûna ku qadê ji sala 2021'an ve dîtiye tije bike. Herdû rêxistinan banga xwe nû kirin bo rayedarên Efganî ku qedexeyên li ser perwerdehiya keçan rakin û destkeftiyên di qada perwerdehiyê de yên du dehsala dawî hatine bi dest xistin biparêzin.   Di dawiyê de, raporê tekez kir ku ev dane ew astengiyên tevlîhev yên li beramberî perwerdehiyê li Efganistanê nîşan didin, ku di serî de vehewandina hejmara zêde ya zarokan, peydakirina hewcedariyên vegeriyayan û berfirehkirina derfetên xwendinê di hemû astên perwerdehiyê de ne.