Jina 89 salî: Hebûna min neyê zanîn jî ez qeyûman qebûl nakim 2024-11-30 09:02:20   Derya Ren   RIHA - Dayika Hasan Atmaca yê di zindanên Amedê de îşkence dîtiye, Muzaffer Atmaca ya 89 salî diyar kir ku ew dixwaze di berxwedana li dijî qeyûman cih bigire û got ji ber tenduristiyê nikare tevli bibe. Muzaffer Atmaca wiha got: “Hebûna min neyê zanîn jî ez qeyûman qebûl nakim.”   Bi talîmata wezîrê karên hundir di 4’ê mijdarê de ji bo şaredariya Mêrdîn, Êlih, Xelfetî ya Rihayê qeyûm hatin tayînkirin. Piştî qeyûman berxwedana hat destpêkirin roja 18’an de didome. Nobeta li Xelfetiyê jî bi israr didome.    Yek ji kesên ku dixwaze tevli çalakiyê bibe dayika Hasan Atmaca yê di zindanên Amedê de îşkence dîtiye, Muzaffer Atmaca 89 salî ye.  Muzaffer Atmaca li gundê Cibîn ê Xelfetiyê dijî û tevî temenê xwe rojevê jî dişopîne.   Me li mala wê serdana Muzaffer Atmaca kir û bi gopalê xwe  em pêşwazî kirin.   Li hember berxwedanê rûyê bi ken   Muzaffer Atmaca ji me ev pirs kir "berxwedana nobetê çawa derbas dibe?"  Dema me got başe rûyê wê kengiya û dema kamera dît got belkî kurê min hasan Atmaca min bibîne.   Hebûna min neyê zanîn jî…   Muzaffer Atmaca bi kelecan axivî: “Kes hebûna min nizanibe jî ez qeyûman qebûl nakim. Me evqas mirov dengê xwe da hevşaredarên xwe. Mafê mirovan tê tunekirin.  Kî dikare mafê kê ji dest wan bigire. Çima qeyûman tayîn dike.Ez jî dixwazim biçim nobetê lê nikarim biçim. Min pir kişand. Ne Almanya, ne Hollanda ne Belçîka ma. Ez li pey kurê xwe çûm. Ji ber ew surgun e. 8 salan li ber deriyên girtîgehan bûm. Piştî kurê min derket neçar ma biçe.”   ‘Maf yê me ye em bi ser ketin’   Muzaffer Atmaca di dawiyê de wiha anî ziman: “Maf yê me ye em bi ser ketin. Em qebûl nakin. Ez li pişt hevşarên xwe me. Ez nikarim biçim lê li pişta wa me. Min denga xwe dayê. Çima bi zor digirin. Çi ji destê min bê ez dikim.Lê nikarim biçim nobetê. Dixwazin bil amin bigirin. Ez 90 salî me wê çi bi min bikin.Ev tişta tê kirin maf e.  Çend sal bûn em dipan ku şaredariya me bê girtin. Me girt. Lê çima mafê me xesp dikin.”