Malbata Rojwelat Kizmaz: Divê berpirsyar hesab bidin 2025-02-12 14:56:50       ÊLIH – Di ser mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz re salek derbas bû, malbata wê bi bîr xist ku tevî hemû serlêdanên wan 3 rojan yek lêgerîn jî nehatiye kirin. Malbatê diyar kir ku di mirina Rojwelat Kizmaz de zincîreyek xemsariyê heye û xwest berpirsyar bên darizandin.   Der barê Rojwelat Kizmaz a ku di 9'ê Sibata 2024'an de li Taxa Petrolê ya Êlihê hat windakirin û cenazeyê wî di 12'ê Sibata 2024'an de li Bendava Hesenkêfê hatibû dîtin, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya ku li ber Edliyeya Êlihê hat dayîn de Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk, Yeşîl Işik, aktîvîstên Tevgera Azadî (TJA), nûnerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistina Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê), beşdar bûn.   '3 rojan telefonek jî nehat kirin'   Birayê Rojwelat Kizmaz, Mehmet Kizmaz, di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku xwişka wî di 9’ê Sibatê de çûye cem hevalên xwe û got, “6 saet piştî ku ji mala xwe derketin malbatê ji saziyên rayedar re ragihand ku em ji ewlehiya canê wê bi fikar in. Lê ji bo dîtina Rojwelat 3 rojan yek lêgerîn jî nehat kirin. Di vê kêliyê de cenazeyê wî ji Bendava Hesenkêfê hat derxistin. Rojwelat ji xwekuştinê dûr bû."   'Sedema tundî û qetlîama li ser jinê polîtîkaya dewletê ye'   Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk diyar kir ku ev polîtîkaya dewletê ye ku komkujiyên li Kurdistanê zêde dibin û got, "Li vî bajarî 3 rojan jineke ciwan winda bû û lêgerîn nehat kirin, kamerayên destan nehatin şopandin. Jinên ciwan li vir in û jiyana mirovan girîng nîne. Lewra li ber çavê vê hikûmetê her yek ji me terorîst tê dîtin. Em çiqasî jiyana xwe ji dest bidin û li vê erdnîgariyê çiqasî mirov jiyana xwe ji dest bidin, rêxistinbûn jî qels dibe. Di pêvajoya qeyûm de welatiyên ku dirûşim berz kirin û mafê xwe yê herî rewa bi kar anîn, bi rêya kamerayên mobeseyê hatin tespîtkirin, hatin binçavkirin û girtin. Lê tevî hemû israra malbatê jî kesî pêwîstî nedît ku deqeyekê li qeyda telefona destan binêre. Ji ber ku tu li vê erdnîgariyê kurd î. Ji ber ku bi vî awayî dixwazin Kurdan ji vê erdnîgariyê paqij bikin."   Berpirs dewlet e    Herî dawî dayika Taybet Kizmaz jî diyar kir ku berpirsyarê mirina zaroka wê dewlet e û got ku ji serlêdanên wan re tu bersiv nehatiye dayîn.