Li Amedê şerê taybet û torên sûc (3) 2026-10-30 12:11:51   Li dijî tiryakê çareserî nîşan da:Hezkirin û piştevanî   Şehrîban Aslan-Rozerîn Gultekîn   AMED - Kesê ku di temenê biçûk de ket nav lepê tiryakê û têkoşîna ku ji tiryakê xilas bibe dide, bang li malbat û civakê kir ku hestiyar bin. Her wiha da zanîn ku li şûna ku ji civakê bên dûrxistin û neqebûlkirinê divê bi piştevanî û hezkirinê piştgirî bê dayîn.   Li Amedê bikaranîna tiryakê ku jin, ciwan û zarokan hedef digire, civakê jî tehdîd dike. Ciwanên di temenê biçûk de tiryakê bikar tînin, ligel pirsgirêkên fîzîkî û psîkolojîk, xizanî, di civakê de neqebûlkirin û bê pêşeroj hiştin, dijîn. Fuhuş û tiryak, nîqaşên der barê polîtîkayên şerê taybet bixwe re tîne û qelsiya polîtîkayên têkoşîn û parastinê jî balê dikşînin.   Yên dixwazin ji tiryakê xilas bibin bi gelek astengiyan re tên rû hev, mînaka vê ya herî şênber em di vê beşa dosyaya xwe de digirin dest. Me di vê beşê de cih da vegotinên kesê ku di temenê biçûk de dest bi bikaranîna tiryakê kiriye û têkoşîna ji vê rizgarbûnê.   ‘Ez veguherîm kesekî din’   Kesê bi hinceta ewlehiyê me navê wî neda wiha got: “Ez 12 salî bûm, birayê min bikar dianî û li baxçe diçand. Min dît û mereq kir. Bi vê mereqê min dest bi bikaranînê kir. Min bi esrarê dest pê kir, piştre ez tatmîn nebûm. Min ya hîn bi bandortir bi kar anî. Ji ber madeyê hişyarkirinê bû, mirov li pey tiştên din diçûn. Du rojan min bikar anî. Ez diketim hawirên cuda. Li wan hawiran madeyên hîn bi bandortir didan. Aliyê nebaş yê vê madeyên nedigotin. Her tim pesnê wê didan. Ji ber vê ez veguherîm kesek din."   ‘Malbatê ez qebûl nekirim’   Kesê ku axaftina xwe berdewam kir wiha got: “Piştî bikaranîna vê madeyê ne xew ne pergal dimîne. Mirov nikarin xwarinê bixwin, avê vexwin. Ji bo dîtina madeyê mirov her tim di hewldanê de ne. Hemû qertên min ketin îcrayê, telefona min hat girtin.Tu tişt di destê min de nema. Ji bo dîtina madeyan divê min dizî bikira yan jî divê min bi firoşkaran re kar bikira. Demekê min bi firoşkar re xebat meşand, min dît ku mirov ji ber min jehrî dibin. Min xwe nedidît lê min kesên li hember xwe didîtin ku ji bo tiryakê çi dikin. Min demekê mixabin dizî kir. Piştî bikaranîna tiryakê tu kes li dora min nema. Malbatê ez qebûl nekirim.”   ‘Min dizî kir’   Di berdewamiya axaftinê de ev tişt anî ziman: “Ji bo tiryakê hewce bi pere hebû. Min ji kesekî pere girt û carek din min nedayê. Motora kesekî din bi min de hebû. Firoşkar hatin, ew bi zorê ji min girtin. Ji wê bûyerê şûnde jiyana min têk çû. Ez ji her tiştî dûr ketim û du hefteyan li malê mam. Ez bi malbatê re axivîm. Min got hûn piştgiriyê bidin ez ê ji vê xilas bibim. Min dixwest ez ji vê xilas bibim. Bi saya malbat û Komeleya Em ji bo Pêşerojê li vir in (GÎB-DER), ez tevli aktîvîteyam bûm. Piştî 18 rojan şûnde ez çûm AMATEM’ê. 21 rojan li wir mam. Ew der pir baş bû. Ez AMATEM’ê ji bo hemû ciwanan pêşniyar dikim. Dema mirov diçin wir mirov ji her tiştî dûr dikevin. Divê ewil mirov zelal bin û biçin wir. Divê mirov xwedî hêvî bin. Li wir pêvajoya dermankirinê heye, dema mirov bixwazin dikarin ji wir derkevin. Ger mirov dermankirinê nexwazin kesên wir nikarin tiştekî bikin.”   ‘Tu car xwe dernaxin holê’   Kesê ku axivî der barê helweseta polîsan û nokteyên firotinê de jî ev îdia kir: “Hinek firoşkar û kesên tiryakê bikar tînin bi polîsan re hevkariyê dikin. Firoşkarên taxan yên biçûk in. Yên jor wan û mafya tu car xwe dernaxin holê. Ji bo pergala wan xera nebe û navê wan dernekeve holê, firoşkarên biçûk dikin navberê. Li Ofîsê li îstasyona trenê, hem firoşkar hem jî yên bikar tînin pir bû. Li Parka Koşuyolu û avahiyên vala bikaranîn û firotin zêde ne. Li Sûrê, li Şehîtilîkê li dora ocaxa tenduristiya kevn û riya 50’yî made tê bikaranîn. Mînak polîs dibînin ku mirov bikar tînin, lê ji bo fêdeyê ji vê bigirin zêdetir dikin riyên baş. Mînak jinan dikin nava fuhuşê, piştî ku fêrî tiryakê dikin dikin nava fuhuşê. Dema ku jin bixwazin ji vê xilas bibin jî tehdîd dikin, destûrê nadin.”   ‘Divê malbat û civak xwedî lê derkevin’   Kesê ku axivî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo kesên ku dixwazin ji tiryakê xilas bibin divê piştgirî bê dayîn û got: “Divê civak xwedî li van kesan derkevin. Divê ji civakê dûr neyên xistin. Dema neqebûlkirin hebe zêdetir têk diçin. Heta ku ev kes hişmendiyê neafirînin wê zêdetir bikevin nav lepê tiryakê. Divê malbat li cem zarokên xwe bin. Divê aktîvîte bên kirin. Divê hişmendî bê avakirin. Divê hezkirin bê nîşandan. Divê gotinên xweş bên gotin ku ew kes ji bîr bike. Bi taybet jî hembêzkirin gelek tiştî baş dike. Divê kesên tiryakê bikar tînin bên tespîtkirin, yek bi yek malên wan bên ziyaretkirin. Divê ji bo van kesan bername bên kirin. Divê bernameyên wekî muzîk, spor û soberiyê bên kirin. Semîner têr nakin, ne bi bandor in.”