'Şerê li Kurdistanê parçeyek hilweşîna ekolojîk e' 2024-09-09 09:04:32     Rozerîn Gultekîn   STENBOL- Aktîvîsta koalîsyona edaleta avhewayê Çîgdem Ozbaş diyar kir ku Tirkiye krîza avhewayê înkar dike û got:” Şerê li Kurdistanê parçeyek hilweşîna ekolojîk e. Divê em modelek civakî ya navenda wê jiyane biafirînin.”   Krîza avhewayê, talana ekolojîk her diçe giran dibe. Polîtîkayên ne li alî civakê li alî sermayeyê tên afirandin û her der ji rantê re tê vekirin. Jiyana zindiyan dikeve xetereyê.  Kanên madenê ku tên vekirin, daristanên bi hinceta ewlehiyê tên tunekirin, wek polîtîka rantê derdikeve pêşberî me.  Aktîvîsta koalîsyona edaleta avhewayê Çîgdem Ozbaş der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Berpirsyariya me ya parastina xwezayê heye’   Çîgdemê da zanîn ku ekolojî hevsengiyeke ku hemû zindî bi hev re di têkiliyê de ne û wiha got: “Ji ber vê têkoşîna ekolojîk divê bê meşandin.Hilweşîna ekolojîk, krîza avhewayê xetereyek mezin e. Ev tehdîd ji êrîşa li hember gundiyên li Hopayê, ji gundiyên Akbelenê, heta gundiyên Cizîrê ku ji bo xwezayê têdikoşin didome. Ji bo parastina xwezayê berpirsyariya me heye. Kapîtalîzm wek alav li hebûnan mêze dike. Daristan veguherstine qada turîzmê, otel çêkirine û bi hinceta polîtîkayên şer tên tunekirin.”   ‘Divê modela civakî ya navenda wê jiyane bê afirandin’   Çîgdemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku kapîtalîzm ne jiyanê, sermayeylê esas digire û wiha bi lêv kir: “Modelek mezinkirina sotemeniyên fosîl esas digire hem hewa hem axê qirêj dike dibe sedema hilweşîna lojîstîk. Yanî cîhanê tehdîd dike.li dijî vê modelê divê modeleke civakî ya ku navenda wê jiyane bêafirandin.Ji ber vê ku ev pisgirêkek civakiye.”   ‘Tirkiye krîza avhewayê înkar dike’   Çîgdemê balkişand ser rola Tirkiyeyê ya di vê hilweşîna ekolojîk de û wiha anî ziman: “Tirkiye di krîza avhewayê de xwe berpirs nabîne. Tirkiye bi rêbaza înkarkirinê nêzî krîza avhewayê dibe.  Polîtîka bêdaristanhiştin a li Kurdistanê jî parçeyek polîtîka şer e û ev ji salên 90’î de didome. Şerê li Kurdistanê parçeyek hilweşîna ekolojîk e. Ji bo cîhanek ekolojîk divê hebûna cîhanek bê sînor bê qebûlkirin.Ava çemê Firatê ava hemû zindiyane. Dviê ev wisa bê qebûlkirin û ev ji bo jiyanek ekolojîk gaveke.  Divê parastina av,ax û pêşerojê bikeve bin garantiyê. Lêgerîna me ya edeletê wê bidome. Em hemû gelê xwe vexwendiyê têkoşînê dikin.”