‘Zirara şer dide mirovan dide xwezayê jî’ 2025-02-02 09:02:22   WAN - Hevseroka Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Dîlek Akdag derbarê zirara ku şer didin ekolojiyê de axivî û da zanîn ku rabûna balafireke şer, zirara ku wesayîtek 7 salan de zirarê dide tebeqeya ozonê dide. Çiyayên tên bombebaranikrin, xweza û zindiyan tune dike. Şer bi qasî ziraran dide mirovan dide xwezayê û zindiyan.”   Şer ne tenê jiyana mirovan, ya hemû zindiyan tehdîd dike, xwezayê tune dike. Li herêmên ku şer heye, cureyên zindiyan tune dibin û bi rîskên mezin re tên rû hev. Hevseroka Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Dîlek Akdag der barê bandora şer a li ser ekolojiyê de axivî.   ‘Madeyên kîmyewî axê bêbandor dihêle’   Dîlek Akdag da zanîn ku wek komeleyek ku aştî û xwezayê diparêzin, diyar dikin ku şer zirarek mezin dide ekolojiyê û rabûna balafireke şer, zirara ku wesayîtek 7 salan de dide tebeqeya ozonê, diafirîne û dide û got: “Madeyên kîmyewî yên tên avêtin zirarê dide axê. Bombebaran zindiyan tune dike. Şer bi qasî zirarê dide mirovan dide hemû xweza û zindiyan.”   ‘Em vê zirarê li Rojava zelal dibînin’   Dîlek Akdag wiha vegot: “Zirara şerê li Rojava pir zelal tê dîtin. Tunekirina bendava Tişrîn, çavkaniyên avê wê zirarek mezin bide gel. Mirovan wê bide koçberirin. Zirara şerê tê meşandin li Rojava zelal tê dîtin. Bikaranîn açekên kîmyewî axê û çavkaniyên avê tune dike. Me ev yek di salên 90’î de baş dîtin.”   ‘Divê demildest şer rawestin’   Dîlek Akdag di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku mirov parçeyek xwezayê ne û wiha dawî lê anî: “Dema şer tunebin wê ev ax têrî me hemûyan bikin. Ger çekên kîmyewî neyên bikaranîn wê her kes axa xwe bikar bîne û vegere ser axa xwe. Bi vî awayî wê qada jiyanê hebe. Ji ber vê divê demildest şer rawestin. Divê hemû kes nava xwezayê de bijîn.”