Li Pasûrê mitînga parastina xwezayê 2025-10-06 16:01:06   AMED - Platforma Parastina Zozanê Hesendînê ya li Pasûrê ji bo parastina av û axa xwe mitîngek li dar xist. Di mitîngê de hate gotin ku ew ê Kurdistanê nexin destê sermayedaran.   Bi pêşengtiya Platforma Parastina Zozanê Hesendînê li navçeya Pasûrê ya Amedê ji bo av, xweza û axa devera Hesendînê li navenda Pasûrê mitîngek hate lidarxistin. Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan welatî beşdarî mitîngê bûn. Dovîz û pankartên ku peyamên parastina av, xweza û axê didan hatin hildan û vekirin.   ‘Em ê Kurdistanê nexin destê wan’   Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek ewilî axivî û bal kişand ser talankirina Hesendînê û xwezayê û wiha got: “Kurdistan ji ber ku pir xweşik e êriş li serê tên kirin. Li her derê bîranînên me hene. Dixwazin hafizeya me pûç bikin. Em ê têkoşîna xwe ji zarokên xwe re bihêlin. Çemê Pasûrê ziwa kirin, gelê me xapandin. Dixwazin dewlemendiya me ya xwezayê tune bikin. Bi dehan gundên me vala kirin û vala dibin, 8 gundê li devera Hesendînê bê av tên hiştin. Em ê Kurdistanê nexin destên van sermayedaran.”   ‘Em kilamekî li ser axa xwe nadin bi zêrên wan’   Rêveberê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Nejdet Sezgîn jî axivî û anî ziman ku derxistina madenê bi serê xwe felaketeke û ev yek ava di bin axê de jehrî dike û wiha axivî: “Gelê Pasûrê serhildana xwe nîşanî Tirkiyê û tevahiya cîhanê daye. Bi derxistina madenê re wê jiyan li vir biqede. Kî dibêje bila bêje em straneke li ser axa xwe nadin bi zêrên sermayedaran. Dema ku em xwedî li xwezaya derdikevin em dizanin ji bo çi derdikevin; di binê van zinaran, çeman, rûbaran de, mezelên kal û bavê me hene, dixwazin ji me bistînin. Em ê ji bo nirxên xwe, dîrok û nasnameya xwe em ê xwedî li Hesendînê derkevin. Em ê mil bidin milê hev û bi hev re ji bo parastina axa xwe têbikoşin. Divê em bi hev re bin. Parastina axa me parastina jiyana me ye.”   Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk Şîmşek û Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn jî kurteaxaftin kirin û bal kişandin ser talankirina xwezaya Kurdistanê.   Mitîng li ber stranên stranbêj Azad Bedran bi dawî bû.