Li dijî birîna daran gilî hat kirin 2026-10-29 15:15:20   ŞIRNEX - Baroyên Sêrt û Şirnexê ji bo rawestandina birîna daran a li herêmên Gabar û Bestayê û darizandina berpirsyaran gilî kirin.   Di daxuyaniya Komîsyonên Bajar û Hawirdorê yê Baroyan de hate ragihandin ku ji ber birîna daran a di navbera 20'ê Nîsanê û 29'ê Tîrmeha 2025'an û piştî wê de, serî li serdozgeriyên komarê yên Sêrt û Şirnexê hatiye dayin.   Di serlêdanê de li gorî îdîayên li ser birîna daran a bêusûl, veguhestina berhemên daristanê bi rengekî qaçax û alîkariya ji vê yekê re, ji bo lêpirsîn li hemberî wezîfedarên cemaweriyê yên erkdar û kesên dar birîne bê destpêkirin daxwaza vekirina dozê hate kirin. Her wiha hate xwestin ku li cihên birîna daran û depokirinê lêkolîn bê kirin û delîl bêne tespîtkirin.